17 oktober 2019

Hin parlamenterên HDPê jî ji nemeya Trump xemgîn bûne

Mebûsê HDPê Farûk Gergerlîoglu

Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlioglu, ji uslûba nameya Trump ya ji Erdogan ra şandiye pir aciz bûye, gotiye, ”ez pê xemgîn bûm…”

Yê bi nameya Trump û bi gotinên Trump ji Erdogan ra gotine biqehere, pê xemgîn bibe ew ji kurdan bêtir dilxwazekî tirkan û Erdogan e.

Merivekî xwedî ûjdan, dostê kurdan ne mimkûn e bi nameya Trump ji Erdogan ra şandiye biqehere.


Tu parlamenterê HDPê û xwedêgiravî ”dostê” kurda yî, çi ji te ra Trump çawa xîtabî Erdogan dike û jê ra çi dibêje?

Çima tu di ber Erdogan da diqehere?

Lê mêrik tirk e, lema jî bi nameya Trump diqehere. Biçûkdîtina tirkekî, serokê Tirkiyê pê zor tê.

Trump ji Erdogan ra gotiye ”ehmeqiyê neke, nebe qatilê bi hezaran însanî, bi kurdan ra li hev bike.”

Ma ku dera van gotinên Trump şaş û heqaret e?

Trump ji faşîst û devbixwînekî wek Erdogan ra hindik gotiye zêde negotiye, Erdogan ne tenê ”ehmeq” e, faşîstekî destê wî di xwîna bi hezaran kurdî gerîya ye. 

Lê ev gotinên Donald Trump bi Farûk Gergerlîoglu zor hatiye, efendî pê qeherîye. 

Ev 8 roj in bi bombeyên Erdogan bi sedan kurd hatine kuştin, gund û bajarên kurdan hatine wêran kirin, 200-300 hezar kurd koçber bûne. Trump ji berpirsiyarê vê qetlîama kurdan ra gotiye ”ehmeq”, çima tu pê diqehere û Trump rexne dikî?

Dibê kurd êdî fêm bikin,  tirk êşa dilê me fêm nakin, tirk nikanin birîna dilê me bikewînin. Tirkan nekin serokên xwe, rayên xwe nedin tirkan.

Pi bi namûs in bêyî ku bibin serok û parlamenterên me, bira piştgriya me bikin.
Ma yahûdiyên piştgiriya filistîniyan dikin bûne serokên wan?

Ma kî piştgiriye miletekî bindest bike, gerek bibe serok û parlamenterê wî?

Trump eynî name ji serokekî kurd ra nivîsîbûya gelo Gergerlîoglu ewê dîsa pê biqeheriya?
Ez bawer nakim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE