14 oktober 2019

Heta em nebin xwedî dewlet emê tim wek kurmê serê nîkê bin


Masîgir kurman, masiyên biçûk bi nîka xwe ve dikin û ji bo ku masiyên mezin bigrin.

Amerîka, Rûsya, Ewrûpa, dewletên mezin jî me kurdan wek kurm û masîyê bi serê nîkê ve dibînin. Ji bo ku pê masiyên mezintir bigrin.

Ji bo Trump, Pûtîn, Borîs Johson, NATO em kurd bi rastî jî wek kurmê serê nîkê ne.


Li ba me kurdan ne ço heye û ne jî pere.

Li ba tirkan herdu jî hene, yanî zor jî heye û pere jî heye.

Lema jî Trump, Pûtîn, NATO hevalê tirkan e, dihêlin tirk welatê me dagir bikin û me jî êsîr bigrin, bi çolan xin, jenosîdê bikin.

Ço û pereyê tirkan vê dagirkeriya wan, vê jenosîda wan meşrû dike, devê Trump, Pûtîn û NATOyê digre.

Ji bo ku tirk, faris û ereb nikanibin me her roj bikujin û çol û çepelan xin dibê ço û perê me hebe; yanî dibê dewleta me hebe. Heta em kurd jî nebin xwedî dewleteke netewî emê tim û daîm kurmê serê nîka xelkê û dewletan bin.

XXX
Wek min texmîn dikir û do bi şev jî nivîsî, Tirkiyê gotiye leşkerên Sûriyê werin ser sînor jî ewê êrîşa xwe ranewestînin.

Berdevkê Erdogan Yasîn Aktay gotiye ”dibê leşkerên Sûriyê neyên ser sînor, heger werin ewê şer derkeve.”

Aktay gotiye, ”Sûriye bi hatina xwe nikane rê li ber operasyona me bigre.”

Texmîna min jî ev bû. Çimkî Tirkiyê ji Amerîkayê û ji Rûsyayê destûra dagirkirina seranserê rojavayê Kurdistanê girtiye. Û Sûriyê jî zeîf dibînin.

Lema jî bi çûna leşkerên Sûriyê ewê nesekinin.
Tirkiye zorê nebîne tu carî ne şer radiwestîne û ne jî herêmên dagir kiriye dide.

Heger ne derw be dibê Sûriye welatê xwe biparêze.
Di vir da şêla Rûsyayê pir muhîm e, gelo Rûsya ewê ji vê şêla Tirkiyê ra çi bibêje?

Tirkiyê heta nuha digot PYD, wa ye PYD namîne û Sûriye herêmê digre bin kontrola xwe.
Îro ewê diyar bibe.

XXX
Serokê meclîsa nûneran yê karûbarên derve Elîot Engel, li hemberî sempatiya Trump ya ji Erdogan ra matmayî maye û gotiye:

”Erdogan merivekî xerab e. Serokê Amerîkayê bi yekî wek Erdogan ra xwe rehet his dike. Li hemberî vê rehethiskirina serokê Amerîkayê madê min geriya/li hev ket.”

Elîot Engel, di telewîzona NBC da gotiye ”dibê NATO Tirkiyê ji endametiyê derxe. Çimkî Tirkiye êdî wek mitefikekî Rûsyayê hereket dike.

Û ji bo biryara Trump ya tenêhîştina kurdan û destûrdana êrîşa Tirkiyê ya ser kurdan jî gotiye, ”Ev yek sedîsed rûreşî ye.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE