27 oktober 2019

Hemû serokên dinyayê ji bo bi Erdogan ra bipeyivin ketine dorê (!)


Wezîrê trasportê yê Tirkiyê Cahît Tûrhan gotiye:

”Hemû hêzên dinyayê mezinahiya serokê Tirkiyê qebûl kirin. Ji bo ku werin li ser maseyekê bi serokê Tirkiyê ra rûnin û bipeyivin hemû di dorê da dipên. Li vê coxrafyayê raconê kî dibire? Miletê tirk dibire, lîderê wî dibire. Elhemdulîlah her kesî ev yek fêm kir.”


Mêrik ne bi zimanê wezîrê welatekî, bi termînolojî û argoya wezîrê mafyayê peyivîye, ji me ra qala ”raconê” kiriye.

Yê siyasetmedar be "raconbirînê" napeyive.

Ev jî tê maneya li Tirkiyê mafê kurdan yê axaftinê tuneye, ew maf tenê yê tirkan û Erdogan e, ew çi bibêjin ew e.

Lê rast e, bi rastî jî li hemberî kurdan metodên mafyayê tên bikaranîn…

Ya din jî mêrik gotiye hemû serokên dinyayê ji bo ku bi Erdogan ra rûnin ketine dorê (!)

Berde, binê te erde e. Bi derewa kes nemiriye û ez bawer nakim tu jî bimrî.

Tu jî baş zanî îro li dinyayê serokê herî bêtir jê nefret tê kirin Erdogan e, Erdogan li dinyayê bûye sembola zalimiyê û xerabiyê...

 XXX
Tiştê tirk nuha li rojavayê Kurdistanê tînin serê kurdan, ne tiştekî nuh e, ji roja Tirkiye ava bûye vê zulmê û jenosîdê didomînin. 
Lê wek nuha haya dinyayê jê çê nedibû. Di nav van du hefteyên dawî da wahşeta wan baştir derket ortê, dinyayê fêm kir tiştê tirk dikin jenosîd e.

Heta nuha tirkan çi kirine ji wan ra maye, hêvî dikim îcar nemîne, vê carê cezayê van komkujî û sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê bikşînin..


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE