10 oktober 2019

Hemû partiyên tirk kurdan neyarên xwe dibînin


Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û serokê Belediya Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî piştgirî dan dagirkirina Kurdistana rojava û jenosîda kurdan.

Ez qala Bahçelî, Meral Akşener û tirkên faşîst nakim. Min beyana Kemal Kiliçdaroglu û Îmamoglu tenê kir kurmancî.


Kemal Kilçdaroglu: ”Em ji bo leşkerên xwe yên qehreman dua dikin. Ji bo Herekete Kaniya Aştiyê ya leşkerê me serketî biqede. Xwedê ewladên me biparêze. Xwedê ewladên me muzafer bike.”

Ekrem Îmamoglu: ”Bi minasebeta Hereketa Kaniya Aştiyê ya artêşa me daye destpêkirin, aqilê me, dilê me li herêmê ye. Hêviya me ew e aştî û aramî zû were herêmê. Em tim û daîm li gel arêşa xwe û Mehmetcikên xwe ne. Dua me ji bo leşkerên me ye.”

Çar meh berê bi milyonan kurdî piştgirî dan van faşîst û neyarên kurdan.

Çar meh berê jî gelek kurdî nizanîbûn, tu ferq di nabêna Erdogan, Bahçelî, Kiliçdaroglu û Îmamoglu da tuneye.

Hemû pariyên tirk bi qasî hev neyarên serê me ne. Dibê êdî em viya fêm bikin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE