16 oktober 2019

Heger dinyayê ji qetlîama xendekan ra çavê xwe negirta Erdogan îro ev zorbatî nedikir


Heger qetlîama xendekan, wêrankirina 8 bajarên Kurdistanê ji Tirkiyê ra nemaya, Erdogan nikanîbû îro êrîşî rojavayê Kurdistanê bikira.

Tirkiyê di şerê xendekan da çend hezar kurd li ber çavên hemû dinyayê sax sax kuştin, di zêrzemiyan da şewitandin û dû ra jî wek çop, qirş û qal û moloz avêtin.

Ev sûcekî li dijî mirovahiyê yê pir giran bû. Lê dinyayê li qetlîamê temaşe kir, ji tirkan ra çavê xwe girt. 

Ji ber ku yên hatin kuştin kurd bûn û qatil jî Tirkiye û tirk bûn, dinyayê xwe kerr û lal kir. Vê yekê cesaret da Erdogan hîn bêtir kurdan bikuje, qetlîamên mezintir bike.

Heger qetlîama xendekan ji Tirkiyê ra nema, heger Erdogan ji bo wê qetlîamê bedelek bida, Tirkiye îro bi vî rengî nedibû bela serê dinyayê.

Dinyayê tim çavên xwe ji sûcên Erdogan û tirkan ra girtiye. Û vê yekê jî  cesaret daye Erdogan.

Dinyayê li hemberî hevkarî û alîkariya Tirkiyê ya bi Daîşê ra jî dengê xwe nekir, çavê xwe girt û xwe kerr kir.

Ji bo wê jî Erdogan îro pir çavsorî bûye û dixwaze 2 milyon kurd qir bike. Lê ewê bi wê jî neyê serî, heger li Sûriyê bigihîje vê hedefa xwe, sibe ewê hin hedefên din jî bide ber xwe, îcar ewê ji Yûnanîstanê, ji Bûlgarîstanê, ji Îraqê jî axê bixwaze.

XXX

Bêhişî(bêşuûrî)herî kêm bi qasî bêşerefiyê sûc e.”
///Şerîatî

Bi hezaran kurd ji ber bêhişiya(bêşuûriya)xwe di destê Erdogan û neyarên kurdan da bûne lîstok û çekdarên har.

Ji ber ku bêhiş in Erdogan ew kirine berdevk, abûqat, rojnamevan, parêzvan, cehş û çekdarên xwe û bi wan ra êrîşî kurdan dike, li ciyê rehetiyê, ji ber ku ji kurdan nefret dike, gund û bajarên kurdan dide bombebarankirin, bi sedhezaran kurdî bi çolan dixe.

Bi hezaran kurdên bêhiş(bêşuûr), xwefiroş, hinek bi sîlehên xwe, hinek bi qelemên xwe û hinek jî bi zimanê xwe piştgiriyê didin vê jenosîda gelê xwe û ji Erdogan ra li çepikan dixin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE