06 oktober 2019

Girêka Gordîon û mesala Kurdistanê



Di mitolojiya yûnaniyan da efsaneya "Girêka Gordîos" geleki meşhûr e. Li gorî efsaneyê, li bajarê Yûnanîstanê Gordîons, erebokek ga li ber Ziyaretgeha (Perestgeha) Gordion bû.

Girêkek wer li benê erebokê xistibûn kesî nikanîbû girêk vekira. Li gorî kehanetê xwedêgiravî kê ew girêk vekira ewê bibûya qiralê Asyayê.


Îskenderê Mezin çîrok bihîst û xwest girêkê veke, lê bi ser neket, girêkûrkek wisa kor bû nedihat vekirin.

Gava girêk venebû, Îskender pir qeherî, şûrê xwe ji kalan kişand û bi yek derbê ra ben birrî. Girêk vevû, gelş hel bû… 

Ji wê rojê da ye ji bo gelşên zor û zahmet metefora ”girêka gordîos” tê bikaranîn.

Gelek kes ji siyaseta partiyên kurd yên her çar perşên Kurdistanê ne razî ne û siyasetmedaran rexne dikin. 

Gelek rexne bi heq û di cî da ne jî. Ji rexnegiran yek jî ez im, ez jî carnan serok û partiyên kurd rexne dikim.

Lê helbet dibê meriv bizanibe hin tişt hene derî îradeya wan e, ew nikanin wan tiştan, wan astengan ji ortê rakin.

Xwezîka serokên kurdan jî wek Îskenderê Mezin bikanîbûna ”girêka kurd û Kurdistanê” bi derbek şûr bibiriyana û em ji vê bindestiyê rizgar bikirana. 

Lê ne "girêka kurd û Kurdistanê" girêka Gordîos e û ne jî şûrekî wek yê Îskender di destê serokên kurdan da ye.

Mesela miletê kurd û Kurdistanê pir mezin e, welatê me ketiye bin destê çar welatên mezin, xurt û heta hûn bixwazin hov û ji kultura demokrasiyê dûr û bêpar in.

Em li beşekî welatê xwe nêzî azadiyê dibin, hersê welatên din jî tên hewara wî welatê û bi hev ra şerê me dikin. Ev 150 sal e em şerê azadiyê û serxwebûnê dikin, lê çi heyf em nikanin zora dewletan bibin û her ku diçe ew xurt û em jî zeîf dibin. 

Nuha baş xuya dike bi zor, şer , bi tena serê xwe em nikanin zora van zaliman bibin, dibê hinekên xurt alîkariya me bikin.

Ya jî dibê ev dewlet û miletên wan xwe biguherin û îtîrafê bi mafên me bikin.

Lê çawa be jî çareseriya mesela me wek ”Girêka Gordîos” ne rehet e, pir zor e û ewê wextê bigre.
Yê ket govendê ewe xwe bihejîne.

Yê ket şer, ya ewê li xelkê xe, ya jî xelkê li wî xe, ya ewê zora
xelkê hibe, ya xelkê zora wî bibe. 

Û carnan jî îş û felaketê jî werin serê meriv. 

Lê wexta xelk zora meriv dibe, ya jî gava felaket tê serê meriv, meriv vê rastiyê qebûl nake ...

Heger çewt negere, li hev were û karê meriv rast biçe, wê bibejin, "Welehî jê re helal be, merivekî pirr jîr û zana ye, mêrik erbabê karê
xwe ye". 

Û çaxa li hev neyê û xirab here jî, ewê bibêjin, " Erê lo, ji xwe mirivekî ehmaq û nezan e, ji xwe ji serî da xuya bû  ewê wisa biba ... "

Meriv kane zana û zîrek be û siyasetek baş û rast jî bimeşine, lê ji ber hoyên wê rojê dîsa jî bi ser nekeve.

Peydabûna rewşek wisa ne têkçûn e. Em zanin helkirina bûyerên civakî tenê bi qewetê, bi zîrekîyê û îrada meriv ve ne girêdayî ne, bi qasî wê, bi şert û mercên dora meriv ve jî girêdayî ne.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE