24 oktober 2019

Gerek kurd her tiştê tirkan boykor bikin



Li başûrê Kurdistanê nerazîbûna gel ya li dijî êrîşên Tirkiyê ser kurdên rojavayê Kurdistanê roj bi roj mezin û berfireh dibe. 

Li gelek bajaran gel mal û eşyayên tirkî boykot dike. Bi derengî be jî pêşketineke gelkî baş e.

Kampaniya malên tirk nekirin ji alîyê komeke bi navê “Şerm” hatîye destpêkirin.


Koma Şermê bi belavokan xelkê teşwîq boykota malên tirk dike û dibêje êdî Tirkiyê nekirin û bikar neînin. Ev gelkî rast e û heta minkûîn be dibê kurd malên tirk boykot bikin.

Ev pêşketineke pir baş e, dibê meriv her tiştê tirkan boykota bike.

Li başûrê Kurdistanê boykotkirina malên Tirkiyê rast e û pêşketineke pir baş e. Ev gav dibê ji zû da hatibûya avêtin.

Tirk û dewleta wan neyarekî devbixwîn yê hemû kurdan e. Dibê kurd her tiştê tirkan boykot bikin.

XXX
Ji bo ku PYDê bi Amerîkayê bawerî anî şaşî nekir. Bawerî pê neaniya ewê çi buguheriya, kanîbû çi bikira?

Li her çar beşê welatê me jî dijminên me di her warî da ji me xurttir in. Em viya baş zanin.

Em zanin ji bo ku em kanibin li beşekî zora dijminekî xwe bibin dibê ewrûpî, dewleteke mezin û xurt alîkariya me bike.

Îro li dinyayê dewleta herî xurt û xwedî hêz Amerîka ye. Û PYDê jî bi Amerîkayê ra hevkarî kir.
Ev ne şaş bû, rast bû.

Çimkî bêyî Amerîkayê tu dewleteke din nikane, newêre li hemberî tirkan û dijminên me yên din alîkariya me bikin. Lema jî PYDê mitefikekî rast hilbijartiye.

Lê gava emerîkî bi me ra bêbextiyê bikin ev ne sûcê PYDê û kurda ye, bêbextî û bêexlaqiya Trump û îdareya wî ye.

Bêyî piştevaniya Amerîkayê kurd çi tedbîrê bigrin jî li hemberî êrîşên Tirkiyê û dewletên din nikanin xwe biparêzin. Ji bo ku em têk neçin dibê mitefikên me bi me ra bêbextiyê nekin, piştgiriya xwe heta dawiyê bidomînin.

Li gel nesaxlemî û bêîstîkrariya Trump jî welatê kane alîkariya me kurdan bike dîsa jî Amerîkaye, dibê em dostî û alîkariya Amerîkayê qezenc bikin.


Li Amerîkayê sempatiyeke mezin li hemberî miletê kurd heye û ev jî ji bo me hêzeke pir mezin e, ev hêz kane netîceyê bide.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE