27 oktober 2019

Gelo bi rastî yê hatiye kuştin Bexdadî ye?



Li gorî xebereke Trump-emerîkiyan belav kiriye Bexdadî li Îdlibê ji alî emerîkiyan ve hatiye kuştin ya jî ji bo ku neyê girtin wî xwe kuştiye.

Tiyatroya Erdogan û Trump e.

Kî zane Erdogan dîsa çi dolabê digerîne?

Carê Îdlib di destê tirkan da ye. Heger bûyer rast be tirk di nava vî îşî da ne. Çimkî bêyî haya tirkan Bexdadî nikane here wir. Herêmeke li hemberî Reyhanliyê ye.


Bexdadî serê salan e mîvanê Erdogan bû û wek mîran dijiya.

Lê dibe ku Erdogan îşê xwe bi Bexdadî qedand, nuha jî ew da kuştin. Yanî heger xeber rast be ev îşê Erdogan e û belaş jî nake.

Amerîkayê zanîbû Bexdadî mîvanê Erdogan e. Lê nedigotin û tu carî jî ji Tirkiyê nexwestin, negotin Bexdadî li ba we ye.

Erdogan li Sûriyê gihîşt armanca xwe, li rojavayê Kurdistanê herêmên dixwest bi destûra Amerîkayê dagir kir, bi Pûtîn da îmzekirin, êdî hewcedariya wî bi Bexdadî nema.

Dibê êdî ji ortê rake.

XXX
Heger xebera kuştina Bexdadî rast be, ev di netîceya bazareke Erdogan û Trump ya li ser kurdan û dagirkeriya rojavayê Kurdistanê da ye.

Erdogan ji bo ku emerîkiyan aş bike, nehêle zêde herin ser wî, dev ji ambargoyê û cezakirinan berdin Bexdadî da Emerîkiyan.

Lê emerîkiyan ji serî da zanîbûn Bexdadî mîvanê Erdogan e.

Erdogan ji bo ku ji Kurdistana rojava dernekeve tiştê nede Trump û Amerîkayê tuneye, kane nuha Daîşê belav bike, kane bi sedan bikujin, bidin kuştin.

Emerîkî baş zanin seokê Daîşê yê herî mezin Erdogn e, yên din hemû di bin wî ra ne, Bexdadî jî.

Bi kurtî tirk bi bertîl û rişwetê Pûtîn û Trump aş dikin, bêdeng dikin.

Not:

YPG dibêje wan û hêzên emerîkî bi hev ra ev operasyon kirine. Û li gorî hin xeberan yê hatiye kuştin ne Bexdadî ye, yekî din û du jinên wî ne. Lê rastî hîn ne zelal e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE