20 oktober 2019

Ev sûcên giran ewê ji Tirkiyê ra nemîne



Tirkiye bi çeteyên Daîşê ra li rojavayê Kurdistê, li Serê Kaniyê, li gundên wê herêmê sûcên pir mezin û pir giran dike, xelkê siwîl bi wahşereke mezin dikujin, nahêlin birîndar werin xelaskirin û dernankirin.

Tirkiyê li herêmê çekên kîmyayî bi kar anî, gelek birîndar hene.

Heger Neteweyên Yekgirtî bixwaze Tirkiyê ceza bike kane bike, delîl pir in. Tirkiye li ber çavê hemû dinyayê sûcên pir mezin kirine û hîn jî dike.


Tirkiyê li Efrînê kir û nuha jî li Serê Kaniyê û li herêmên din gelek sûcên li dijî mirovahiyê dike û bi çeteyên Daîşê didde kirin. Vîdeoyên wan jî belav dike.

Tirkiyê berê cephe û tifaqa xwe ya bi Daîşê ra hewqasî vekirî nîşan nedida.


Lê nuha venaşêre, di hemû cepheyên Kurdistana rojava da bi çete û qatilên Daîşê ra şerê kurdan dike.

Bi dehhezaran çeteyên Daîşê reorganîze kirin, navê wan kir Artêşa Sûriyê ya Netewî û bi van çeteyan ra şerê kurdan dike, bi wan qetlên mezin dide kirin. Di medyaya sosyal da gelek vîdeoyên van cînayet û sûcan hene, ji ber ku natirsin ew bi xwe belav dikin.
Îro yên li Serê Kaniyê sîng bi sîng şerê kurdan dikin ne leşkerên tirk in, çeteyên Daîşê ne, Tirkiyê ew ajotine pêş, hemû dinya viya dibîne.

Yanî heger Neteweyên Yekgirtî bixwze Tirkiye ceza bike kane, Di destê NYê, Amerîkayê û Rûsyayê da gelek belgeyên Tirkiyê mahkûm bikin hene.

Lê ji ber ku dinya çavê xwe ji sûcên Tirkiyê ra digre, tirk bêtir aşûnî û har bûne, bêtir sûcên hîn mezintir dikin.

Heta nuha kesî tiştek bi tirkan nekir, ew îdare kirin, hêvî dikim ji nuha pê va îdare nekin, vê sitûriyê ji tirkiyê ra nehêlin, ceza bikin.

XXX
Tiştê çeteyên artêşa tirk û çeteyên Daîşê li Kurdistana rojava tînin serê kurdan wahşet e, sûcê li dijî mirovahiyê ye.


Trump û Pûtîn jî ji van sûcên Erdogan ra çavên xwe digrin, midaxele nakin, destûrê didinê.
Neteweyên Yekgirtî jî dengê xwe nake, ew jî gelkî pasîf e.

Lê dibê Erdogn û kesên destûr dan wî û kesên nuha li van sûcên wî temaşe dikin baş bizanibin ev ji wan ra namîne, rojekê miheqeq ewê hesabê van sûcên li dijî mirovahiyê ji wan were pirsîn.

Mirovahî ewê tu carî ev zulma tirk îro li kurdan dikin ji bîr neke, rojekê ewê ji Erdogan û ji kesên destûra vê wahşetê dane wî hesab were pirsîn.

XXX
Heger perê meriv hebe meriv kane dewletan jî wek otomobîlekê bikere û lê siwar be.

Heger tirkan Rûsya û Amerîka nekiriyana nikanîbûn li Sûriyê vî hukmî bikin û welatê me dagir bikin.

Tirkan bi pera devê rûsan, emerîkiyan û hin welatên din girtin, ji bo wê jî kes ji Erdogan ra tiştekî nabêje, ew serbest hîştine.

Tirkiyê Efrîn ji Pûtîn kirî.

Heger tirkan Rûsya nekirîyana nikanîbûn Efrînê dagir bikin.

Heger tirkan Trump û Pûtîn nekirîbana nikanîbûn êrîşî Kurdistana rojava bikin. Erdogan bi bertîlê destûra dagirkirinê ji wan girt.

Yanî gava perê meriv hebe meriv kane dewletan jî wek otomomîlekê, wek hespekê, wek kerekê bikire û pê îşê xwe bimeşîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE