12 oktober 2019

Ev serketina tirkan û Daîşê ji ber bênamûsiya Trump û Pûtîn û bêexlaqiya dniyayê ye



Leşkerên tirk û qatilên Daîşê bi hev ra bi "allahu ekber " bajarên kurdan dagir dikin.




Ev serketina tirkan û Daîşê bi piştgiriya Trump, Pûtîn û bi saya bêdengiya dinya bênamûs û qehpik dibe!

Bi meriv ra piçek ûjdan, merhamet, namûs, şeref hebe, meriv destûrê nade hovîtiyeke wiha li miletekî mezlûm were kirin.

Lê bi Trump û Pûtîn ra ne ûjdan heye, ne exlaq heye û ne jî namûs, ji bo wan her tişt pere ye, bi pera her tiştê xwe difroşin. Lema em jî firotin tirkan.
Lê tirk ewê bi ser nekevin, bi bedelekî pir giran be jî zafer ewê ya gelê me be. Xiyaneta wan bi kurdan ra  kir ewê wek lekeyeke rûreşiyê li eniya wan bimîne.

Ji bo ku kurd miletekî mezlûm û bêpişt in Trump û Pûtîn welatê me firotin tirkan û heta nuha 300 hezar kurd koçber kirin.

Û hemû dinya jî li barbariya tirkan û qatilên Daîşê temaşe dike.


Ev bêbextiya îdereya Trump û Rûsyayê ya bi kurdan ra kirin ji van herdu şexsan ra ne şeref e, bênamûsî û bêşerefiya herî mezin e!


Amerîka, Rûsya dewletên mezin û xurt in. Lê gerek xurtî, mezinahî ne zalimî, bêûjdanî be!


Ji ber ku em kurd in, ji ber ku em pişta me tuneye Amerîka û Rûsya û tirk bi hev ra welatê me dagir dikin, me bi darê zorê ji malên me derdixin.


Ev jenosîda miletekî ye. Trump, Pûtîn û dinyayê destûr dane tirkan me qir bikin.


Sûcdar ne tirk tenê ne, Amerîka, Rûsya jî şirîkê vê qetla me ne.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE