15 oktober 2019

Ev êrîş ewê li ser tirkan pir buha rûne



Tirkan çend hezar çete, sûtal û çeqelên Daîşê û îslamî li dora xwe civandin û li rojavayê Kurdistanê êrîş birin ser şêr û şepalên kurd.

Li gorî hesabê tirkan yê li malê, ewê Serê Kaniyê, Qamîşlo, Girê Sipî, Minbic, Kobanê û gundên ser sînor di nava du, sê rojan da bi tevayî dagir bikin.

Lê mehmetcikên tirk, çete û çeqelên Daîşê pûş kutan, ji dêlî heyfa bavê bigrin, qûna dê jî dan ser.


Nuha wer xuya dike.

Meriv hewqasî ehmeq nabe, çete û çeqelên îslamî ji cendekên hevalên xwe yên di nava kavilên Kobanê da jî ders û îbret negirtine û bi fortên tirkan xapiyan û çûn dîsa bela xwe di kurdan dan.

Dibê bizanîbûna kurd ne miletekî bireve û teslîm bibe, şahid û şihûdên gernasiya kurdan nayê înkarê, ji her kesî bêtir tirk viya baş zanin. 

Ji xwe lema tirkan çeteyên ereb wek kerên mayinan dan pêş, gotin belkî bi xêra wan ewê zora şervanên kurd bibin. Lê şêr û şepalên kurd derseke ji ya Kobanê mezintir dan wan û mehmetcikên tirk.

Mehmetcik û çeteyên wan zû têk çûn.

Erdogan jî îcar ketiye feqeke pir xerab. Dawiya wî nêz xuya dike.

Piştgiriya bi PYDê û kurdan ra li gorî 8ê mehê, îro gelkî başrit û xurttir e û ev yek jî bi xêra harîya Erdogan bû. Piştgiriya bi kurdan ra ewê baştir û xurttir bibe.

XXX
Erdogan garantiya kursî û jiyana xwe di neyartî û qirkirina kurdan da dibîne.
Erdogan wer bawer dike, ew çiqasî neyarê kurdan be û çiqasî zêde kurdan bide kuştin, ewê hewqasî kursiya xwe garantî û jiyana xwe jî sîgorta bike.
Lê esas hemû siyasetmedarên tirk pir hindik wek Erdogan difikirin.

Siyasetmedarên tirk di siyasetê da şansê serketinên xwe di dijminatiya kurdan da dibînin.

Li Tirkiyê antî-kurdayetî bûye deriyê nên û meqêm, yê neyartiya kurdan bike him ezîzê ber dilê dewletê û miletê tirk e û him jî pê dibe xwedî meqam û pere.

Yanî rêya meqam û zengînbûnê di neyartiya kurdan da ye.
Ji bo wê jî bi keriyan kurd namûs bi filûsê dane û bûne neyarên qewmê xwe.

XXX
Êrîşa tirkan ya ser rojavayê kurdistanê careke din nîşanî me da ”biratiya gelan” çîrok e û xeyaleke bêbingeh e, dibê kurd, PKK, HDP dev ji vê xeyala vala berdin û ji bo biratiya kurdan bixebitin.

Di vê roja teng da em dibînin yên diherin hawara birayên xwe yên rojava, yên li her dera dinyayê bi şev û roj ji bo wan dadikevin kuçe û kolanan, yên li her çar perçeyên Kurdistanê li dijî dagirkeriya tirkan derdikevin ne ”birayên” me yên tirk in, kurd in, kurdên PKKê ew wek birayên xwe nedidîtin, kurdên medyaya PKKê ew wek dijmin nîşan didan.

Di serî da PKK, dibê em hemû kurd fêm bikin biratiya me kurdan esas e, dibê em vê biratiyê xurt bikin.

Dibê em nasyonalîst bin, fikir, bawerî û êdeolojiyên me çi dibin jî dibê em neyartiya hev nekin, tim bi çavên bira, dost û mitefikên stratejîk li hev binêrin.

XXX
Serokên belediyên Nisêbînê, Culemêrgê, Gewerê û Erdîşê girtine. Her roj bi sadan kesî digrin, dixwazin devê hemû kurdan bant bikin.
Lê weleh ev ne tu rê ye, bi vê terora xwe hûn nikanin miletê kurd teslîm bigrin.
Li dinyayê hûn bûne gurên manco, her kes naletê li we dibarîne.
Kurd ewê bi ser kevin, azad bibin û yên serserî têk biçin hûn in, rejîma we ya zalim, despot û irqçî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE