26 oktober 2019

Etienne Gernelle: Tiştê dibe paqijiyeke etnîkî ye

Edîtorê kovara fransî Le Poînt Etienne Gernelle


Serokê Tirkiyê Erdogan li edîtorê kovara fransî Le Poînt Etienne Gernelle doz vekiriye. Gernelle gotiye:

”Çi dibe me ew îzah kir. Dibêjin li Sûriyê operasyoneke leşkerî dikin, tê gotin li Sûriyê pevçûn, şer, êrîş heye. Tiştê dibe ji vanan ne yek e jî. Pevçûn, şer tuneye, li meydanê operasyona paqijiyeke etnîkî heye.”


Belê, tiştê tirk bi çeteyên Daîşê û qatilên îslamî ra li rojavayê Kurdistanê dikin qirkirina etnîkî ye, yanî jenosîda kurda ye. Dinyayê jî êdî ev rastî û ev hedefa tirkan fêm kiriye.

Tiştê meriv matmayî dihîle miletek, piraniya tirkan destegê dide vê jenosîdê û jê ra li çepikan dixe.

XXX

Zalimî û bêûjdaniya dijminên me eyan beyan e, bi wahşeta xwe ya li rojavayê Kurdistanê her roj nîşanî me didin.

Lê kurdên destegê didin vê wahşeta dijmin jî hene. Cîgirê Hudaparê Zekeriya Yapicioglu yek ji van kurdên hevalê hêzên dagirker û qatilên Daîşê ye. Di beyaneke xwe da gotiye:

“Amerîka dixwaze li bakurê Sûriyê dewleteke terorê ava bike. Her kurdê zana yê di dilê wî da zereya îmanê hebe, îro mecbûr e li ba Tirkiyê û Erdogan cî bigire.”
Zekeriya Yapicioglu

XXX


Bi tankan, topan, balafiran qîma xwe neanîn, bombeyên jahrî, fosforê jî li hemberî zarokên me bi kar anîn.
Dibê dinya van qatilan, yên ev sûc kirin bêceza nehêle.

XXX


Wezîrê Parastinê yê Amerîka Mark T. Esper ji peymana Tirkyê û Rûsyayê ya li ser kontrola sînorên Sûriyê gazin kiriye û gotiye:

”Tirkiyê bi peymana xwe ya roja pênşemiyê bi Rûsyayê ra îmze kir Amerîka û mitefikên wê li Rojhilata Navîn û li Ewrûpayê xist rewşeke pir xerab .”

Bi rastî emerîkî û ewrûpî gelkî saf in, tew tirk nas nekirine.
Malneket, Erdogan ji bo ku zirarê bide kurdan bi serokê Daîşê Al Baxdadî ra yekîtî û cephe çê kir, ma ewê bi Rûsyayê ra neke?


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE