14 oktober 2019

Ereb dijminatiya me dikin lê piştgiriyê didin dagirkeriya tirkan



Sebebê dijminatiya ereban bi kurdan ra mesela axê ye. Ereb dibêjin kurd axê, erd ji ereban dixwazin, kurd dixwazin Sûriyê û Îraqê perçe bikin.


Lê eynî ereb destegê didin tirkan ji bo ku beşekî axa Sûriyê dagir bikin, ew jî bi tirkan ra şerê me û Sûriyê dikin.


Nuha bênamûsiyeke ji viya mezintir heye?

Yên ji bo perçenebûna Sûriyê û Îraqê neyartiya me dikin, gerek destegê nedin tirk wan erdan dagir bikin.

Lê ereb viya dikin, ji bo ku tirk rojavayê Kurdistanê dagir bikin, bûne çeteyên tirkan û bi wan ra şerê me û Sûriyê dikin.


XXX
Li ser vê afîşa di destê filistîniyan da ev slogan heye: "Gelê filistînî bi Tirkiyê ra ye."

Ji ber neyartiya kurdan, piştgiriya dagirkirina "welatekî ereb" dikin.

Fena meriv ji yekî ra bibêje were bazde ser diya min.

Lê dibê ez vê jî înkar nekim, kurdên eynî tiştî dibêjin jî pir in û him jî her roj di telewîzyonên tirkan da bi serbilindî vê siloganê dubare dikin.

XXX

 Em çi bibêjin bêfeydeye, heta nuha dewletên mezin, dinyayê tim bi me ra bêxtî kir û îro jî bêbextiya xwe didomînin.

Bi van nivîs û parvekirinên xwe em tenê derd û kulên di dilên kurdan da zêde dikin û hew.

Wekî din tiştek ji destê me nayê, em tenê digrîn û haho dikin. Lê ew jî pere nake !

XXX
Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar gotiye wan ”êrişa xwe ya ser rojavayê Kurdistanê bi agahdariya Amerîka, NATO û hevpeyamniya navdewletî ya li dijî DAIŞê dane destpêkirin.”

Wê demê ne Amerîkayê tenê, Fransayê jî destûra dagirkirina rojavayê Kurdistanê daye Tirkiyê.

Wê demê ne Amerîka tenê, NATOyê jî destûra qirkirina kurdan daye tirkan.

Heger ne wiha be dibê NATO qada hewayî li balafirên tirk yasax bike.

Heger Rûsya jî dengê xwe neke, wê demê Rûsyayê jî ji Erdogan ra gotiye, temam,tu serbest î.

XXX

Fransayê jî wek Amerîkayê digot ewê kurdan bi tenê nehêlin, ewê kurdan biparêzin.

Li Qesra Elyse bi nûnerên PYDê ra rûniştin. Macron got emê kurdan biparêzin.

Ev 6 roj in tirkan Kurdistan wêran kirin. Heta nuha me tu alîkariyeke Fransayê nedît.

Ma hemû sozên Fransayê vir bûn?

Tirkiye wa ye dibêjeje em li wan bajaran hebûna Sûriyê jî qebûl nakin, Sûriye were jî em nasekinin, emê dagirkeriya xwe bidomînn.

Maneya xwe hedefa Tirkiyê dagirkirina hemû Kurdisana rojava ye.

Geleo Fransa û Rûsya li hemberî vê hedefa Tirkiyê ewê bêdeng bimînin?

Ka guhertina sînorên dewletan nedibû?

Va ye Tirkiye eşkere dagir dike û dibêje Sûriye jî nikane min rawestîne.         

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE