25 oktober 2019

Erdogan û tirk ji me çi dixwazin?



Erdogan û tirkên hov û faşîst ji me kurdan çi dixwazin?

Ez ji we ra û ji hemû dinyayê ra bibêjim.

Erdogan ji kurdên rojavayê Kurdistanê ra dibêje:
"Em tirk ji we kurdan nefret dikin, hebûna ya li vê cixrafyayê me tirkan ditirsîne, nerehet dike. Ji bo wê jî gerek hûn ji vir bar bikin, herin. Ezê welatê we, malên we bidin hinekên ez ji wan hez dikim."

Û li ber çavê hemû dinyayê bi rastî jî 300 hezar kurd bi darê zorê ji malên wan derxistin.


Li gorî medya dinivîse hinek erebên li Tirkiyê û ozbek, qirgiz û tirkmenên ji Kafkasan anîne, ji berê da hazir kirine, di malên kurdan da bi cî diikin.
Belê, di sedsala 21ê da tirk bi sedhezaran kurd ji malên wan derdixin û hinekên din dibin dixin malên wan.

Sed sal berê eynî tişt anîn serê êrmeniyan û rûman ji wan ra ma, nuha jî eynî tiştî tînin serê kurdan, kurdan jî wek êrmeniyan qir dikin.
Û heta nuha dinyayê li vê jenosîdê temaşe kiriye...

XXX
Gelek siyasetmedarên ewrûpî û emerîkî dibêjin ewê nehêlin tirk û Erdogan kurdan qir bikin.

Lê Erdogan û tirkan dest bi jenosîda kurdan kirine, di nava du heftan da Erdogan û çeteyên wî yên Daîşê du bajarên kurdan dagir kirin û herî kêm 30-400 hezar kurd bi çolan xistin.

Ev jenosîda miletekî ye û li ber çavê hemû dinyayê û kesên dibêjin ewê destûrê nedin jenosîda kurdan dibe.

Heger hûnê nehêlin, hûn çi sekinî ne, midaxele bikin, nehêlin celadên tirkan xwîna kurdan biherikînin û wan ji welatê wan, ji malên wan derxin, bikin mahcirên çolan...

XXX
Bêguman Tirkiye berê jî ne tu dewlet bû, lê belê bi îktîdara hêzên îslamî-faşîst ra bi carê da ji dewletbûnê bi dûr ket, bû dewleteke çete û MAFYA.

Vê dewleta çete ji her dera dinyayê bi dehhezaran qatil, çete top kirine û ji wan artêşeke qatilan, celadan cêkirine û bi vê artêşa qatilan li rojavayê Kurdistanê şerê kurdan dikin, gund û bajarên kurdan talan dikin, hovîtiyên derî mirovahiyê dikin.

Ji bo ku kurd welatê xwe biterikînin û bi çolan kevin.

Ev yek bi pilan û programa Tirkiya bûye dewleteke çete tê kirin û meşandin, dibê em vê yekê bi dinyayê bidin fêmkirin.

Karê hemû kurdên xwedî ûjdan yên li Ewrûpayê vê rastiyê bibêjin û nîşanî medyaya cîhanê bidin.

Kurdên li welêt û li Tirkiyê êsîr in, nikanin tişekî bikin, lê yên li derve kanin xebatên baş bikin û dinyayê ji van sûcên Tirkiye dike agahdar bikin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE