30 oktober 2019

Erdogan got di demeke nêz da ewê mizgîniya kuştina hin terorîstan bide gelê xwe

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan


Erdogan bi kuştina al Bexdadî pir aciz bûye û gotiye madem wihaye, emê jî bikujin û înşela di demeke pir nêz da jî emê mizgîniyê bidin miletê tirk.

Erdogan di axaftina xwe da gotiye madem Amerîka kesê ji bo ewlekariya xwe tahlûke dibîne dikuje, emê jî eynî tiştî bikin û di demeke nêz da emê mizgîniyê wê bidin gelê xwe.

Ev jî tê wê maneyê di demeke nêz da bi emrê Erdogan ewê hin kurd ji alî Tirkiyê ve werin kuştin.


Dibê hêzên kurd li hemberî vê beyana Erdogan bêdeng nemînin û di eynî wextê da jî pir cidî bigrin û medyaya cîhanê, mahkime û dezgehên navnetewî ji vê yekê agahdar bikin. 

Çimkî di vêbeyanê da Erdogan eşkere dibêje ewê di demeke nêz da mizgîniya kuştina kesê Amerîka bi destê wî digrin û pesnê wî didin bikujin. 

Wek Rojnamevanekî jî ji Erdogfan pirsîye, ev şexs kane Mazlûm Kobanî, Salih Muslim ya jî yekî din be.
Axir yê were kuştin kî be jî, em ji gotinên Erdogan fêm dikin wî emrê kuştina yekî ya jî hinekan daye û ev yek jî ewê di nêzîk da bibe.

Çimkî li gorî beyana Erdogan her kesê ew ”terorîst” dibîne hedef e, kane ji alî ajan ya jî hêzên tirk ve were kuştin.

”Hin welat, terorîstên ji bo ewlekariya xwe ya netewî tahlûke dibînibin li ku dibe bila bibe, dibînin û ji ortê radikin. Wê demê, ev yek tê maneya ew qebûl dikin Tirkiye jî xwedî eynî mafî ye. Terorîstê destê wî toqe dikin(bi destê wî digrin), pesnê wî didin jî daxilî vê ye. Înşela di demeke nêz da, di vî warî da emê hin mizgîniyan bidin miletê xwe.”

Piştî vê axaftinê rojnamevanekî pirsî ye:

”Ma ev şexs Ferhat Abdî Şahînê bi naznavê Mazlûm Kobanî ye?”

Erdogn bersîv daye, gotiye:

”Tu çima ecele dikî ? Ma agahiya(xebera) van îşan tê dayin? Ma Amerîka xeber da û hat ?”

Bi kurtî dibê nûnerên PYDê yên li Ewrûpayê û Amerîkayê li ser vê beyana Erdogan pir cidî bisekinin. Di vê beyanê da eşkere tê gotin di demeke nêz da Tirkiye ewê hin kesan bide kuştin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE