27 oktober 2019

El Bexdadî jî li Tirkiyê derket



Bi qasî xuya ye kuştina El Bexdadî rast e. Ji ortê rabûna terorîstekî wek El Bexdadî bêguman baş e û derbeke mezin e li hêzên terorîst.

Lê belê dibê Trump û serokên ewrûpî bi kuştina El Bexdadî zêde dilşa nebin. Bi kuştina El Bexdadî Daîş û tevgera îslamî ya terorîst naqede.

Li Ewrûpayê bi hezaran terorîstên wek El Bexdadî û heta yên jê xerabtir hene.


Li welatên musilman bi hezaran kesên kanin dewsa El Bexdadî bigrin hene.

Û ya herî muhîm di bin destê Erdogan bi hezaran kesên wek El Bexdadî hene û di demek nêzîk da Erdogan ewê yekî tayin bike.

Heta Erdogan li ser hukim be dawiya El Bexdadîyan nayê û Daîş naqede. Amerîka û NATO vê rastiyê pir baş zanin, lê nabêjin. Bi baweriya min ji tirkan ditirsin.

Di şerê Sûriyê da bêyê tirkan kîjan welatî din hewqas sûc bikira, serokê wî welatê nuha di zindanê da bû. Lê kes tiştekî bi tirkan nake.

Ciyê El Bexdadî lê hatiye kuştin Daîş lê tuneye, ew der di bin kontrola Tikriyê da ye. Bêyî hay û destûra Tirkiyê ne mimkûn e El Bexdadî xwe bigihîne wir û li wir bi cî bibe. Hemû bi destê artêş û MITa Tirkiyê bûye, wan El Bexdadî li wir bi cî kirine.

Heger Amerîka û NATO durûtiyê û sextekariyê nakin dibê nuha bi gewriya Erdogan bigrin, bibêjin ev meriv çawa hat vira, çawa kanîbû li vir bijiya?

Lê ez bawer nakim Trump û NATO vê pirsê ji Erdogan û Tirkiyê bikin.

Çimkî ji Erdogan, ji tirkan ditirsin, newêrin tirkan zêde biazirînin. 

Belkî ji bo ku Erdogan zêde bi pêş da neçe, bi sedhezaran koçberên din neşîne ser Ewrûpayê, wî firên bikin, yanî bi belgeyên ketine destê Amerîkayê Erdogan bitirsînin.

Amerîka, NATO kînga bixwaze kanin Erdogan têxin qulikê, di destê wan da bi hezaran belgeyên hevalbendiya Daîşê û Tirkiyê hene, Tirkiyê bi tonan sîleh daye Daîşê. 

Amerîka, NATO van tiştan hemûyan zane, lê ji Erdogan ra çavên xwe digrin.

Hela ka em binêrin ji dosyeya El Bexdadî ewê çi derkeve?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE