17 oktober 2019

Dûran Kalkan wek berdevkê Erdogan peyivîye


Duran Kalkan

Duran Kalkanê yek ji serokên PKKê  di hevpeyvîna xwe ya li ser êrîşa Tirkiyê ya ser rojavayê Kurdistanê da bi devê neyarekî kurdan peyivîye û gotiye:

”Dixwazin berê Îranê perçe bikin, dû ra jî ewê vegerin ser Tirkiyê û Tirkiyê perçe bikin. Dibê tirk bizanibin ewê Tirkiyê ji Sevrê jî xerabtir bikin.”

Tu ferqa van gotinan ji gotinên Erdogan û hemû neyarên kurdan tuneye. 

Mêrik li dijî perçebûna Îranê û Tirkiyê ye. Yekî wiha dibê ciyê wî di nav PKKê da tunebe.


Ancax neyarekî kurdan di rojeke wiha da li ser navê partiyeke kurd kurd wiha bibêje.

Li gorî Dûran Kalkan Amerîka, Xerbê "Daîş çê kir û Sûriye perçe kirin."
Ecêb e, berpirsiyarê partiyeke kurd çawa kane wiha bibêje meriv fêm nake. Ne Tirkiyê, lê ewrûpiyan Daîş çêkirin û bera bedena Sûriyê dan û Sûriye perçe kirin.

Ji xwe Erdogan û tirk jî eynî tiştî dibêjin, ew jî dibêjin Amerîka û Ewrûpa dixwazin Tirkiyê perçe bikin û ji kurdan ra Kurdistanê çê kin.

Duran Kalkan jî eynî tiştî dibêje û dixwaze tirk rê li ber perçebûna Tirkiyê û Sevreke nuh bigrin.

Heger Tirkiyê perçe bikin ewê bidin PKKê, çimkî hêza herî xurt PKK ye.

Lê Kalkan li dijî wê ye, naxwaze ji şikeftê derkeve û bibe xwedî dewlet. Naxwaze Îrana faşîst jî perçe bibe, naxwaze kurdên rojava jî ji bindestiyê xelas bibin.

Ciyê kesekî wiha gerek dinava kurdan da tunebe, tu ferqa wî ji kemalîstekî tirk tuneye.

Mêrik eşkere tirkan tahrîk û teşwîqê êrîşê û dagirkeriyê dike, ji tirkan ra dibêje êrîşa xwe bidomînin, Amerîka, Ewrûpa dixwazin Tirkiyê perçe bikin û Kurdistanekê çê kin.

Partiyeke ev neyarê kurdan serokê wê be nikane şerekî netewî bide.

Partiyeke kurd, tevgereke netewî merivekî wiha antî-kurd nake serokê xwe.  PKK dibê vî berdevkê tirkan û yên wek wî ji nava xwe paqij bike. Heta kesên wiha serokên PKkê bin, PKK nikane siyaseteke netewî bimeşîne.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE