19 oktober 2019

Dinya li wahşeta Tirkiyê temaşe dike


Erê dinya, piştgiriya dagirkerî û hovîtiya Tirkiyê nake. 

Erê her kes Tirkiyê rexne dike. 

Erê her kes bi devkî ji bo kurdan tiştên baş dibêje û dilşewatiya xwe nîşan dide. 

Lê ev yek hemû ne êrîşên Tirkiyê radiwestîne û ne jî kurdan ji kuştinê, ji destê qatil û celadan xelas dike.


Ev 11 roj in Tirkiye bi hovîtiyeke nedîtî, bi sîlehên kîmyayî kurdan, zarokên kurd dikuje, ne NATOyê, ne Netewryên Yekbûyî(NY), ne Amerîkayê û ne jî Rûsyayê midaxele nekiriye, saha hawayî li balafirên tirk negirtine. 

NY hêzên alîkariyê neşandiye herêmê. 

Ev jî dibe sebebê Tirkiye wahşet û qerlîamên xwe bidomîne.

Çi heyf dinya bêbext e, li jenosîda me temaşe dike. 

Amerîka, Rûsya, dinya destûrê didin Tirkiyê welatê me dagir bike û bi sedhezaran mirovên me mecbûrî koçberiyê bike.

Sûcê wan ji bo ku kurd in.

Tirk dibêjin ji bo ku hûn kurd in gerek hûn li nemînin, ezê we ji welatê we, ji gund û bajarên we, ji malê we derxim û ereban tê da bi cî bikim. Hebûna we ya li vir ji bo me tahlûke ye.

Û dinya jî vê argumenta tirkan qebûl dike û dihêle Tirkiye welatê me dagir bike û gelê me jî bi çolan xe.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE