23 oktober 2019

Dinya bêmerhamet e û hevalê yê xurt e


Yê xurt be, perê wî hebe, welatan bertîl bike, çi sûcî, çi qetlê bike jî kes tiştekî pê nake.

Her kes zane Daîş girêdayî artêşa tirk e.

Her kes zane Erdogan serokê Daîşê ye.

Her kes zane heta Erdogan li ser hukim be Daîş naqede.

Lê ji ber ku Erdogan wan bertîl dike û ji ber ku zora wî heye, her kes Daîşê ji Tirkiyê cihê nîşan dide, fena ku Erdogan li dijî Daîşê be. Yanî serokê Daîşê li dijî Daîşê nîşan didin, ne ku nizanin, bi zanetî dikin. 

Her kes zane Tirkiyê li Efrînê û di vê êrîşa dawî da li hemberî kurdan gelek sûcê giran kirine, xelkê swîl, zarok kuştin, çeteyên wan serê însanan jê kirin.

Bi sedan vîdeoyên hovîtî û wahşeta leşker û çeteyên Tirkiyê nîşan didin hene.

Lê dinya tiştekî bi Erdogan nake.

Çimkî Erdogan wan bertîl dike.

Serok û birêvebirên welatan ûjdanê xwe, însaniyeta xwe bi pera difroşin.

Ji bo ku me nikanîbû sîleh ji Trump û Pûtîn bikiriya, ji bo ku em miletekî bêdewlet in bi me ra xayintî kirin, welatê me firotin tirkan.

Dinya viya dibîne, lê tiştekî nake, çimkî dinya hevalê xurta ye.

Serê Kaniyê, Girê Sipî û bi dehan gund vala kirin.

300 hezar însan bi çolan xistin.

Meriv çawa bajarn ji miletekî vala bike?

Ne malek, ne taxek, bajar vala kirin.

Ji ber ku kurd bûn.

Neteweyên Yekgirtî, dinya li vê jenosîda tirkan temaşe dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE