18 oktober 2019

Di tarîxa tirkan da rola zorê


Pêşiyên tirkan Tirkiye û Kurdistan bi zora xwe girtin û kirin welatê xwe. Û nuha jî dixwazin bi riya zorê hin erdê din jî ji kurdan û ji ereban bigrin.

Tirkan di tarîxê da ji zorê tim fêde dîtine û çi sûc kirine ji wan ra meye.
Tirkan êrmenî qir kirin ji wan ra ma.
Rûm qir kirin ji wan ra ma.
Çend cran kurd qir kirin ji wan ra ma.
Ji bo wê jî tirk aşûnî bûne û tim zor bi kar anîne, tim bi devê tivingê peyivîne.

Rûs û faris ne tê da, cîranên wan yên din û hemû ewrûpî ji tirkan ditirsin. Yekîtiya Ewrûpayê xûgiyê dide Erdogan.

 
Lema jî ewrûpî li hemberî tirkan tim husutuyê xwe xwar dikin, çavên xwe ji sûc û qetlîamên wan ra digrin. Ji Erdogan dibizin, diqutifin, ew çi dixwaze didinê û çavên xwe ji hemû sûcên wî ra digrin.


Di şerê Sûriyê da bêyî tirkan kîjan dewletê hewqas sûc bikira nuha serok û bi dehan berpirsiyarên wî welatî, wek yên sirban hatibûn girtin û di zindanan da bûn. 

Lê ji ber ku qatil, sûcdar tirk in nayên girtin, kes newêre dengê xwe bike.

Tirkan fêm kirine di zorê da, di nîşandana devê tivingê da kara wan heye.


Tirkiyê bi zorê Hetay ji Ereb û Frensayê girt. Di sala 1974a da Qibris dagir kir û jê ram a.

Ev serê salan e bi dehhezaran leşkerên tirk li Kurdistana başûr hene û belkî ji sedî dehê başûr jî dagir kirine û bi xwe ve girê dane. 


Nuha jî rojavayê Kurdistanê dagir dikin.


Yanî vana hemû bi zor kirin û ji wan ra ma û dimîne. Ji bo wê tirk stûr, çavsorî û har bûne; çimkî di zorê da tim kar kirine

Tirk verkirî dibêjin heger em ”ço û zorê” bi kar neynin em nikanin li vê cixrafyayê bimînin.

Vê yekê tirk aşûnê û har kiriye. 

Çimkî zanin çi zulmê li kurdan bikin, çi sûcê li dijî mirovahiyê bikin, ewê ji wan ra bimîne.

Lema jî pir rehet êrîşî kurdan dikin, pir rehet dikuji. 

Lema jî diwêrin axa Sûriyê û Îraqê dagir bikin.

Lema jî şertên xwe bi Amerîkayê, bi NATOyê û bi Ewrûpayê didin qebûlkirin.

Peymana Tirkiyê do bi Amerîkayê ra îmze kir, îspata perekirina zorbatiyê ye. 

Ji bo ku zora wan heye ketine Kurdistana başûr û rojava, Sûriyê û Îraqê û ji van herdu welatan dernakevin û axê dixwazin.

XXX

Ji bo ku yên li Serê Kaniyê, li Girê Sipî, li Qamîşloyê bi top û bombeyên tirkan tên kuştin kurd in ne xema Trump e, qala qetlîama tirkan, bikaranîna çekên kêmyayî nake, pir sivik dibîne, ji tirkan û çeteyên wan yê Daîşê ra tiştekî nabêje.

Tirkan ji zora xwe kar kirin.
Hinek kes peymanê ji bo kurdan jî baş dibînin, lê ez bi xwe tu fêde û kara kurdan di peymanê da nabînnim.

Ya herî muhîm tirk ji rojavayê Kurdistanê derkevin, lê bi peymanê tirk dimînin, PYD ewê ji cî, war û mewziyên xwe derkeve.

Bi vê peymanê Tirkiye ji hemû cezakirinên aborî û siyasî xelas dibe û hemû hovîtiyên di van neh rojên êrîşa xwe da kirin, bi sedan qetlê kirin jê ra dibîme.

Ma ji viya xweştir çi heye?

Meriv li ciyê rehetiyê bajaran wêran bike, bi sedan însanî bikuje û dîsa jî tiştek bi meriv neyê, xêra Xwedê...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE