25 oktober 2019

Bi dîtina Erdogan kurd kafir in !


Li gorî Erdogan kurdên rojavayê Kurdistanê(Sûriyê) kafir in û lema jî qetla wan helal e !
Erdogan îro li Mizgefta Çamlicayê di nimêja îniyê da gotiye, ”Emê di nav xwe da bi rahmet bin û li hemberî kafiran jî bi şîdet(bêmerhamet) bin. Wek li Sûriyê.”
Wek tê dîtin Erdogan kurdan ”kafir” dibîne û şerê li Sûriyê li hemberî kurdan dike jî li gorî wî şerekî li dijî kafiran e.
Bi baweriya Erdogan artêşa wî û qatilên îslamî musilman in û kurdên Sûriyê jî kafir in.
Lema jî canê me, malê me li tirkan helal e, li hemberî kafirên wek me ewê zorba û bêmerhamet bin.
Û bi rastî jî wisa ne, ew qatilên xwe yên îslamî li hemberî kurdan pir bêmerhat hereket dikin.
Welehî Erdogan tenê wiha nafikire, belkî ji sedî 99ê tirkan wek Erdogan difikire.
Lema jî ji bo min ev gotina Erdogan ne surprîz e.
Kurdên hevalên Erdogan in jî wiha difikirin. Huda-Par û kurdên AKpê jî kurdên rojavayê Kurdistanê kafir dibîne û ji bo wê jî ji bo qirkirina wan piştgiriyê didin Erdogan.
Kurdê wiha nefikire nabe hevalê Erdogan û AKPê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE