10 oktober 2019

Amerîkayê, Rûsyayê û Çînê destûra êrîşê dane Tirkiyê



Amerîkayê, Rûsyayê û Çînê destûr dane Tirkiye Kurdistana rojava dagir bike û qismekî kurdan bikuje û qismekî jî bi çolan xe.

Belê, tiştê di civîna Encumena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî da îro derket ortê ev e. Amerîka, Rûsya û Çîn li pişt êrîşa Tirkiyê ya ser Kurdistana rojava bûne, wan destûr dane dagirkeriya Tirkiyê.

Amerîka, Rûsya û Çîn li dij derketine Encumena Ewlekariyê yanî Neteweyên Yekbûyî ji Tirkiyê daxwaza rawestandina şer û êrîşan bike.

Li gorî van hersê dewlatan dibê Tirkiye Kurdistana rojava dagir bike û 2,5 milyon kurd ji welatê wan derxe, bikuje û malbatên Daîşê di gund, bajar û malên kurdan da bi cî bikin.

Belê, Amerîka, Rûsya û Çînê bi vî hawî destûr dane tirk qira kurdên rojava bînin. 


Yanî ne tirk tenê, Amerîka, Rûsya û Çîn jî dixwazin tirk qira me bînin û kurd li dinyayê nemînin.

Ji Tirkiyê nexwestina rawestandina êrîşan tê vê maneyê.

XXX
Serokomarê Tirkiyê Erdogan, gef li Yekîtiya Ewrûpayê xwar û got:
“Heger hûn rexneyên xwe bidomînin û me weke dagîrker bibînin, emê deriyan li ber koçberan vekin û 3,6 milyon koçber bişînin ser we.”

Ez tim dibêjim, heta ev hêza îslamî-faşîst, panturkîst li ser hukim be, heta pozê tirkan neyê firikandin, heta tirk neyên xesandin ne ji cîranên Tirkiyê ra û ne jî ji Ewrûpayê ra rehetî tuneye.

Her ku Yekîtiya Ewrûpayê hustuyê xwe xwar bike, Erdogan ewê xûgiyeke hîn zêde ji Yekîtiya Ewrûpayê bixwaze.

Bi tirsa ji Tirkiyê, bi bertîlkirinê, bi dana rişwetê û xûgiyê Erdogan bêtir çavsorî û har dibe, hinekî din dixwaze.

Dinya, Yekîtiya Ewrûpa dibê tirkan basko bikin.

Ew tirkan basko nekin, tu carî Daîş naqede.

Bi sedhezaran çeteyên îslamî di bin destê MITê û artêşa tirk da ne.

Dibê serokên Ewrûpî vê yekê bibînin û siyaseteke li gorî vê rastiya Tirkiyê bidin ber xwe.

XXX
Generalê tirk yê teqawit Ahmet Yavuz gotiye, “Emerîkî ewê çeteyên Daişê berra ser me bidin.”

Çi pînc e, yekî nizanibe ewê bibêje belkî Daîş ne ya wan e. Kuro Daîş hêzeke girêdayî artêşa we ye, hûn vê hêzê li hemberî kurdan, Îraqê û Sûriyê bi kar tînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE