12 oktober 2019

Amerîka û Rûsya li pişt êrîşa Tirkiyê ne


Li hemberî Tirkiyê qala ambargoyê û cezakirinên aborî tê kirin. Efendim nizanim Trump çi îmze kiriye, ewê Tirkiyê di warê aborî da ceza bikin, filan û bîvan.

Vana hemû çîrokên vala ne, demagojiyên ji bo xapandinê ne.

Trump li pişt êrîşa Tirkiyê ye û tiştên li dijî Tirkiyê ji alî Qesra Sipî tên gotin jî hemû dezînformasyon in.


Tirkiye bi ambargoyê û bi cezakirinên aborî ranaweste, çimkî tirkan berê hesab û haziriya vê yekê kirine. Û ji xwe cezakirinên aborî jî dir e.

Tirkiye bi zextên wiha nasekine, Îran numûneya vê ye. Serê salan e ambargo li ser Îranê heye.

Çi bi Îranê hat?

Heger Amerîka û Rûsya bixwazin sibe kanin êrîşa Tirkiyê rawestînin, ev îmkan di destê wan da heye.
Çimkî bi îzna wan dest bi êrîşê kirin.

Heger Tirkiye şer ranewestîne, bizanibin Amerîkayê û Rûsyayê bi rengekî cidî jê nexwestine.

XXX
Dibê meriv ji her xeberê bawer neke.
Li gorî xebereke di medya kurdî û dinyayê da bela bûye xwedêgiravî
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper ji Tirkiyê xwestiye êrîşa xwe rawestîne.

Bi baweriya min ev dezînformasyon e, ji bo aşkirina muxalefetê ye. Trump bi belavkirina xeberên wiha dixwaze rexnegiran bixapîne, mijûl bike.

Amerîka ji Tirkiyê rica nake, heger bi rastî bixwaze kane sibe êrîşa Tirkiyê bide sekanandin.

Rûsya û Amerîkayê destûra êrîşê dan Tirkiyê û ew kînga jî bixwazin kanin êrîşa Tirkiyê rawestînin.

Heger bibêjin Tirkiye guh nade daxwaza me vireke bi boçik e, Tirkiyê bi destûra Trump û Pûtîn dest bi êrîşê kir û roja ji wan kîjan bibêje ”bes e”, Tirkiye ewê êrîşê rawestîne.

XXX
Tirk dibêjin top û rakêtên li Serêkaniyê, li Surûcê û Nisêbînê ketine YPGê avêtine.
Ez dibêjim vir e, ev karê wan e, ew davêjin.

Bi zanîn kurdan dikujin.

Ji bo ku YPGê reş bikin rakêtan davêjin ji bajarên alî xwe da, bajarên xwe topbaran dikin.
Çimkî yên tên kuştin kurd in.

Ji bo tirkan ha kurdên Binxetê, ha yên Serxetê, kîjan bimre ferq nake.

XXX
Îro roja şeref û namûsê ye, her kurdê bi ûjdan û bi şeref dibê li dijî vê êrîşa tirkan ya hovane derkeve û destegê bide birayên xwe yên mezlûm.

Dewleteke zorba û zalim, ji bo ku xurt e û kane bi me, 2-3 milyon kurd bi darê zorê ji malên wan derdixe, gun û bajarên wan wêran dike, dibêje gerek hûn ji vî erdî herin, emê ereban li vir bi cî bikin, em tirk naxwazin kurd li ser vê axê hebin...

Tiştê tirk ji me kurdan ra dibêjin ev e.
Her bijî gelê başûr.
Protestoyên li başûr meriv kêfxweş dike.
Dibê serok û partiyên başûr bizanin, heger tirk li Kurdistana rojava bi ser kevin, sibe dora wan e, tirk û ereb ewê eynî tiştî bînin serê wan jî. ENFAL ewê dubare bibe


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE