22 oktober 2019

Afîşê însaniyet û medenîyeta tirkan !




Li Tirkiyê, li her dera bajarê Konyayê afîşên li dijî yahûdîyan û xiristîyanan, afîşên irqçî û nazîst bi bîlboardan ve kirine. Di afîşan da dibêjin:


”Bi yahûdiyan û xiristîyanan ra nebin dost. Ew dostên hev in. Ji we kî bibe dostê wan, ew jî dibe yekî ji wan. Xwedê civata zaliman nade ser riya rast.”


Dibêjin ev gotinên irqçî û faşîst di Quranê da, di Sûreya Maîda ya 51ê da hene. Ê wê demê îslam bi xwe dînekî irqçî ye.

Welatê bihêle ev afîşên irqçî bi bîlboardan ve were bi dardekirin, civata, miletê, dîndarên van afîşên irqçî qebûl bike, vê dîtinê biparêze xwediyê îdeolojiyeke faşîst û nazîst e.

Tirk ev in, lema jî partiyên siyasî kanin van afîşan bi dareda kin û dewlet û milet jî qebûl dike.

Çimkî tirk wiha difikirin.

Çimkî tirk bi rastî jî yahûdiyan, xiristiyanan dijminê xwe dibînin û heger ji wan were dixwazin hemûyan qir bikin.


2 kommentarer:

  1. Xalo, di nezik de ew e ji bo kurdan ji eyni tishti bibejin

    SvaraRadera
  2. Ji xwe her roj li mizgeftan dibêjin.

    SvaraRadera

PARVE BIKE