21 september 2019

Zarokên me Qazî Mihemed nas nakin !



Xortên kurd, xwedêgiravî pêşeroja me û Kurdistanê xwe ne, Qazî Mihemed nas nakin. 

Xortek rismekî Qazî Mihemed nîşanî gelek kesan dide, bîyî yekî, kes nas nake. Her yek tiştekî dibêje, yek dibêje ”belkî Barazanî ye”, yek dibêje ”dişibe Seîdî Nûrsî…

Yanî her yek bi texmînî tiştekî dibêje, tenê yek, ew jî hinekî bi tirs dibêje ”Qazî Mihemed” e. 

Lê ne Qazî Mihemed tenê nas nakin, Mele Mistefa Barzanî jî, Seîdê Kurdî jî, yanî serokekî kurd jî baş nas nakin. 


Yanî xwe, bav û kalên xwe, mezin û qehremanên welatê xwe nas nakin.

Berpirsiyarê vê malwêraniyê siyasetmedar û partiyên kurd in. Meriv çi biçîne wiya diçine.

Ev trajedî netîceya siyaseta partiyên kurd in, ya her siyasetmedarî û her partiyê ye. Lê helbet sûcê herî mezin û herî giran yê hêz û partiya herî mezin e.

Heger keç û xortên me Qazî Mihemed nas nakin ev ne sûcê wan e, sûcê siyasetmedar û partiyên kurd e, me, serok û şexsîyetên xwe yên netewî bi zarokên xwe nedane naskirin. 

Qazî Mihemed nas nakin, lê tu rismê Ataturk, Mao û Lenîn nîşan bidî, ewê nas bikin. Ev sûcê me ye, me zarokên xwe nekirine kurd. Me mezên xwe, şehîd û qehremanên kurd û Kurdistanê bi zarokên xwe nedane naskirin.

Dera vîdeo lê hatiye kişandin kuça Texsîmê ya Stenbolê ye. Lê cî, mekan ferq  nake, bi baweriya min ankêteke wiha li Erzînganê, Erzeromê, Dîlokê, Rihayê, Semsûrê, Meraşê, Meletyê, Xarpêtê, Dêrsimê, Sêwasê, Mûşê, Wanê, Sêrtê, Betlîsê, Çewligê, Îdirê, Qersê, Êlihê yanî ji 25 bajarên Kurdistanê li kîjan bajarî jî çê kin, netîce ewê ev be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE