10 september 2019

Tişt bi zorê nabe


Dema yek bi kurdî karekî baş dike kêfa min tê, ji bo teşwîqkirinê diecibînim, carnan pîroz dikim.

Ez ne merivekî qure û pozbilind im parvekirinên tu kesî neecibînim.

Lê dû ra bala xwe didimê ew kar û parevekirina kurdî ji bo carekê kiriye, ne tiştekî bi îstîkrar e, dil bi tirkî ra ye.

Yanî kêfxweşiya meriv di dilê meriv da diqurçime. Ya rast hin caran meriv nîvpoşman dibe, dibê xwezî min ew tiştê filan kesî neecibanda.

Qetandina însanan ji tirkî pir û pir zor e, asîmîlasyonê gelek kes êsîr giriye.

Tajiyê bêdil û bi zor here nêçîrê tu nêçîrê nake. Bi zor tu tişt nabe, kurdayetî jî, nivîsîna bi kurdî jî, evîn jî dibê bi dil be, gava ji dil neyê, rica, rexne pere nake.

Ya baş ne meriv xwe biqeherîne û ne jî hevalê xwe û xelkê nerehet bike.

Her kes mesûlê emelê xwe ye.

XXX
Mahkima Îstînafê ya Erzeromê 59 cezayê Baran Barış Korkmaz tesdîq kiriye. Meriv lal dibe, aqilê meriv disekine. Evê navên wan hakim in çi teba ne?

Mahkimeyên tirk Mahkimeyên Engîzîsyonê jî derbas kirin, cezayên didin kurdan ji yên Mahkimeyên Engîzîsyonê girantir in.

B.B.Korkmaz bi îdîa dikira bombe çêkira hatiye girtin. Delîl jî li bexçê cîranê wan tupekî gazê dîtine. Korkmaz ev sê sal in di girtî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE