18 september 2019

Tirk qebûl nakin kurd berî wan bûne misilman


Tirk qebûl nakin kurd berî wan bûbin misilman. Bêguman ev ne tiştekî pir ecêb e, heta do tew digotin kurd jî tunene, ew tirkên çiyayî ne. 

Tirk dibêjin heger ew bibêjin kurd berî wan bûne misilman, wê demê xwediyê vê coxrafyayê jî esas kurd in, tu tiştekî tirkan di vê axê da tuneye.

Û ji xwe rastî jî eynî wisa ye, tu yiştekî tirkan di vê coxrafyayê da tuneye, ew hezar sal berê wek mahcir hatine vir.


Di kitêba tarîxê ya sinifa 9a da tê gotin piştî ereban, ”qewmê herî pêşî misilmantî qebûl kiriye kurd in.”

Yanî wezareta perwerdê gotiye kurd berî tirkan bûne misilman û ev yek jî xistine kitêba tarîxê.

Lê belê sekreterê MHPê Îsmet Buyukataman li dijî vê rastiya tarîxê derketiye û ji wezîrê perwerdeyê Ziya Selçûk ra nameyek şandiye û gotiye dibê ev beş were guhertin.

Li gorî Îsmet Buyukataman, gotina kurd berî tirkan bûne misilman ji bo hebûna tirkan tahlûke ye. Buyukataman gotiye:

”Gava em bibêjin kurd berî tirkan li vê derê hebûn, ev tê maneya xwediyê vê coxrafyayê yên esil kurd in.”


Weleh hûn qebûl bikin ya nekin, her kes zane hûn mahcirên do ne, hebûna we ya li vê coxrafyayê here were hezar sal e. Lê kurd xwediyê vê axê ne û gelkî jî berî we bûne misilman.

Viya ne em, ereb bi xwe dibêjin û bi sedan belge hene. 
Lê xwezî tew em ne misilman bûna. Ewê ji me ra baştir bûya. Lê ji bêşansiya me ra em misilman in.

Hûn bi viran xwe mezin bikin jî bêfeyde ye, hûn biyaniyên, mahcirên vê coxrafyayê û vê axê ne û xwediyên vê coxrafyayê yên rastîn rojekê ewê welatê xwe ji we bistînin.

 XXX
Dibê em nekevin nabêna teşexeleyên tirkan û partiyên tirk. Şerê tirkan şerê dê û dotê ye, îro dev davêjin ji hev da, porê hev dirûçikînin, sibe eniya hev maçî dikin.

Ji bo hemû partiyên tirk başî û welatparêzî neyartiya kurdan û înkara Kurdistanê ye û hemû tirk jî di vî warî da tam "welatparêz" in, di dijminatiya me da yek partiya tirk jî kêmasiyê û qusûrî nake.

Ji bo wê jî dibê em xwe tevî teşxeleyên tirkan nekin û ji bo azadiya welatê xwe bixebitin û biwestînin.

Ferdê miletê bindest nakeve orta hêzên dagirker, di teşxeleyên nabêna wan da nabe teref.

XXX
Tu gelşên siyasî û îdeolojîk dibê meriv nebe nava refên dijmin, neke dost û hevalê hêzên welatê meriv dagir kirine.

Li dinyayê tu namerdî ji dostî û hevalbendîya hêzên dagirker ne mezintir e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE