23 september 2019

Rica min ji we zimanê nivîsên min neguherin



Dizên min pir ecêb in. Ez nizanim hemû dizên nivêsan wiha ne ya jî dizên min tenê wiha ne. Ji bloga min pêkenîn û çîrokên min didizin. 

Lê ji bo ku şopê li ser xwe wenda bikin, bi zimanê wan dilîzin, zimanê pêkenîn û çîrokan diguherin.

Heyran, tiştê hûn didizin li we xweş helal be, lê rica min ji we, qenekê zimanê min neguherin.


Hûn xera dikin. Qet netirsin, ez li we gilî nakim, ji xwe dereke lê gilî bikim jî tuneye û tiştekî jî ji we naxwazim. Tenê dibêjim bi zimanê min nelîzin, tiştê we dizîye pir xweş in, bi guhertina zimên hûn jahrê dixinê. Heger hûn bi zimanê min qayill nabin, hûn binivîsin.

Yekî carê di malpera xwe da gelek pêkenînên min belav kiribû. Min jê ra got, bira te çima negotiye ew yên min in.

Camêr xwe xeyidand, got ma min xerabî kiriye? Ma min pere jê qezenc kiriye? Qey navê te bêhemdî ji binî şemetîye...

Ez bûm yê neheq, min got li qusûra min nenêre û min dev jê berda...


XXX
Bindestiya salan, zulma bênabên em gelkî bînteng kirine. Li ser tiştekî tune, gelşeke, meseleyeke pir biçûk jî em hol dibin û pir rehet dilê hev dihêlin.

Gava ez, me û swêdiyan miqayese dikim, ez dibînim di minaqaşeyan da swêdî ji tme gelkî sakîntir in.

Swêdî wek me zû hêrs nabin û peyvên tahl ji hev ra nabêjin.

Ez dibêjim exlaq û devpîsiya tirkan ya siyasî jî hinekî di me kurdan geriya ye.

Xwezî di minaqaşeyan da me hinekî bi xwe kanîbûya û sakîntir hereket bikira.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE