01 september 2019

Reîs ji Yekîtiya Ewrûpayê xûgiyê dixwaze


Reîs ji Yekîtya Ewrûpayê û ji Neteweyên Yekbûyî hin rişwet û bertîlên din dixwaze, jê ra pere lazim e. Lema jî di rojekê da 547 koçber şandine ser Yûnanîstanê.

Bi vî hawî ji Yekîtiya Ewrûpayê xûgiyê dixwazin, dibêjin heger hûn hinek perê din nedin me, emê wek 4 sal berê dîsa deriyê xwe vekin û bi milyonan koçberên me top kirine rêkin ser we...


Ez tim dibêjim, heta pozê van tirkan neyê firikandin rehetî ji Ewrûpayê ra tuneye. 

Tirk, bi bertîlkirinê, bi dana xûgiyê nayên rê û dev ji pîşikê xwe yê çetetiyê bernadin. Dibê tirsê, zorê bibînin, heta wiya nebînin tu kes û tu tişt û tu bertîl û dîplomasî nikane wan bisekinîne. 

Heta ewrûpî ev tirsonek bin, tirk ewê bi milyonan afganî, ereb, pakîstanî, hindî, bengalî, afrîkî rêkin ser Ewrûpayê. 

Nuha di bin destê tirkan da 5-6 milyon koçber hene û her roj jî bi hezaran yên nuh tînin Tirkiyê. Ewê tim qefle bi bi qefle bişînin Yûnanîstanê û Bûlgarîstanê. Çimkî di vî îşî da karê xwe dîtine, him ji koçberan pera digrin û him jî ji Yekîtiya Ewrûpayê û Neteweyên Yekbûyî. Û di warê siyasî da jî pê Ewrûpayê tehdît dikin, pê devê wan girê didin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE