04 september 2019

Protestoyên li Diyarberkrê li ber avahiya HDPê zorbatî û çavsoriya dewletê ye



Protestoyên li Diyarbekrê li ber deriyê HDPê tên kirin zorbatî û çavsoriyeyeke dewletê ye, terorîzekirina HDPê ye.

Zulm e, neheqî ye, protestoyeke ne di cî da û ne qanûnî ye.

Polîs bi vê protestoya li ber deriyê HDPê him bêqanûniyê dike û him jî dixwaze kurdan bera hev bide.


Ev zulm e…
HDPê zarokên kesî nerevandiye û nikane ji kesî bistîne. 

Lê heger delîl û îspat heye ji HDPê tiliya hinekan di çûna zarokên wan da heye, bira li wan şexsan gilî bikin û bidin mahkimê. 

Polîs eynî protesto ewê saetekê jî li ber deriyê AKPê û MHPê qebûl nekira. Lê ji ber HDPye polîs, hukûmet tahrîk dike, pîj dike, malbatan organîze dike.

Kes nikane here li ber deriyê AKPê û MHPê protestoyeke wiha bike. Heger bike polîsê tavilê mudaxele bike.

Lê yên HDPê polîs nobeta wan digre. Ev îşê dewletê ye.

Heger ne organîzeya polîs be malbat neheq in, heqê wan tuneye merivên partiyeke lagal bi vî hawî terorîze bikin.

Dibê baroya abûqatan û partiyên kurd dest bavêjin vê meselê û rê li ber bûyerên nexweş bigrin.


Lînka xebera Rûdawê

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE