17 september 2019

Pisporiya baranê



Temelê laz ji xanima xwe Fadîmê ra got:
- Ez zanim baranê kînga bibare, kînga nebare.
Fadîmê got:
-Tu çawa zanî?
Temel got:
-Pir rehet e, heger hemsî di bahrê da bilîzin baranê bibare, heger nelîzin nabare.
Fadîmê got:

-Ya nîvî bilizîn û nîvî nelîzin…
-Ê wê demê jî ya ewê bibare, ya ewê nebare.


Payin
Mêrik li bende xanima xwe bû, li salonê malê bi hêrs pêş da û paş da diçû û dihat. Xanimê jî li qatê jor xwe hazir dikir. Li saeta xwe nêrî, bû ufte kufta wî û hinekî bi hêrs bi xanima xwe da qîrîya:
-Lê sebrê, delalê, ma tu hîn jî ne hazir î?
Jinikê bi dengekî bilind got:
-Dilê min, tu merivekî çiqasî bêsebir î, di nava vê nîv saeta dawî da belkî min deh caran got heta deqeyekî li wir im, lê tu hîn jî dipirsî !

Alkol
Hakim hinekî bi hêrs ji şufêrê qeza kiribû ra got:
-Sebebê vê qezayê û vê felaketa tu bûye sebeb alkol e.
-Şufêr serê xwe leqand û got:
-Xwedê ji te razî be hakim beg. Min jî ji sawcî beg ra eynî tişt got, lê ji min bawer nekir, tim ez sûcdar kirim. Baş e wa ye tu jî dibêjî sebeb alkol e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE