22 september 2019

Nîşana dost û dijmin



Şêx Elî Riza Septîoglo wezîr e. Şêx, bi henek û bi mîzaha xwe bi nav û deng e. Rojekê ji bo desmêjê bigire diçe tuwaletê. Piştî ji tuwaletê derdikve sekretera wî bi nezaket jê ra dibêje:

-Efendim ez bawer dikim fermuara pantorê cenabê we vekirî ye…

Şêx zincîra pantorê xwe dikşîne û dibêje:


-Wele tu rast dibêjî keça min. Lê belê min tiştek jî meraq kir…
Sekreter dibêje:

-We çi meraq kir efendim?

Şêx dibêje:

-Keça min, li ba me gotinek heye. Dibêjin dijmin li nig, dost li serî dinêre. Tu tam li ortê dinêrî. Min fêm nekir tu çi yî?


Halê dinyayê
Yê feqîr mir, ji bo şuştinê û definkirinê mele nedîdtin. Vir da çûn, wê da çûn, mele tuneye. Bala xwe danê li ber dîwarekî Bekirê dînik rûniştiye û şeraba xwe vedixwe. Bi destê Bekirê dîn girtin û birin mirî pê dana şuştin.

Bekir piştî meyt şuşt devê xwe kir guhê mirî û di guh wî da kir pistepist. Cimatê meraq kir, gotin ma te di guhê rahmetî da çi got?

Bekir got:

-Min jê ra got, nuha tu yê herî dinya wî alî, ewê ji te halê dinyayê bipirsin, bibêjin li dinyayê çi heye, çi tuneye? Tu yê bibêjî weleh Bekirê dîn bûye mele, wê demê ewê fêm bikin halê dinyayê çi ye...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE