20 september 2019

Neyartiya kurdan bûye dînê tirkan


Dîn û îmana tirkan ya rastîn dijminatiya kurda ye, hemû baweriyên wan yên din, îslamîyet û çepîtî jî di nav da sexte ye, derew e, maske ye.

Tirk, ji bo kanibin zora kurdan bibin kanin ji dîn, ji îslamîyetê derkevin, kanin herin ser dînekî din, kanin bibin komînîst û kanin bibin faşîst.

Bi kîjan dînî, bi kîjan îdeolojiyê kanibin zirarê bidin kurdan, dibin ew, wiya dihebînin.


Û heta nuha ev hersê îdeolojî jî ceribandine.

Ji bo ku kurd azad nebin partiya komunîst çê kirin û bûn hevalên Sovyetê.

Dû ra ji bo ku Rojava piştgiriyê nede kurdan bûn endamê NATO û Ewrûpayê.

Nuha jî ji bo ku kurd li Sûriyê nebin xwedî maf, geh xwe nêzî rûsan dikin, geh xwe nêzî Amerîkayê dikin.

XXX
Tarîxzan û pîrê siyasetê Niccolo Machiavellili, di kitêba xwe ya meşûr ”Prens” da dibêje:

”Eger miletek bêşerefî, namerdî û dizîyên kesên li ser hukim, ji bo ku ji fikrên wî ye ji nedî ve were, wî miletî fazîleta(dilpakiya) xwe wenda kiriye. Miletê fazîleta xwe wenda bike, rojekê ewê welatê xwe jî wenda bike.”

Camêr ev gotin 500 sal berê kiriye, lê tu dibêjî belkî îro dijî û îro gotiye.

Xwezî ev texmîna Machiavellili rast derkeve, tiştê em kurd dixwazin jî ev e, gerek heq tecelî bike.

XXX
Tirsonek gava bi şev di ber gorristanê ra derbas dibe, ji tirsa ruhê xwe li fîtikê dixe.

Meleyên Îranê jî ji tirsa ewê li wan xin, gefan li Emerîkayê û li Suûdî dixwin, dixwazin bi van gefan wan bitirsînin.

Seddam jî xwe pir mezin kiribû, lê nikanîbû du rojan li ber xwe bida.

Îran kaniya xerabiyê ye, heta rejîma îslamî li Îranê hebe ji dinyayê ra rehetî tuneye.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE