25 september 2019

Nazli Ilicakê xwe avêtiye dexlê Erdogan û xwestiye ew wê xelas bike

Nazli Ilicak


Nazli Ilicakê salek berê ji Erdogan ra nameyek şandiye, ji Erdogan edalet û uzrê xwe xwestiye, bi rebenî xwe avêtiye bextê Erdogan, pir li ber geriya ye, efûya xwe jê xwestiye, gotiye min ”pir neheqî li te kir”, xwestiye Erdogan wê ji zindanê xelas bike.

Nameyek pir bêşexsîyet e, min ji Nazli Ilicakê bêşexsîyetî û şelafiyeke wiha qet nedipa. Min digot belkî yeka bi şexsîyettir û cesûrtir e. Lê xuya ye yeka ne li gorî navê xwe ye, xwe pir pîs kiriye.


Ji bo ku Erdogan wê efû bike û ji hefsê derxe, şexsîyeta xwe, tarîxa xwe, navê xwe kiriye pênc pere, xwe rezîl û riswa kiriye. 

Lê Erdogan merivekî hewqasî zalim û dilreş û bêmerhemet e, dîsa jî ew efû nekiriye, ew ji wê ”bîrê” dernexistiye.

Ev name him Nazli Ilicaka rastîn bi me daye nasîn û him jî zalimî û qerekterê Erdogan derxistiye ortê. Ev name nîşan dide dilê Erdogan ji kevir jî xerabtir e.

Ev nameya Nazli Ilicakê ji bo wê trajediyeke pir mezin e, xwezî xwe nexista vî halî, xwezî xwe li hemberî Erdogan hewqasî pîs û bêşexsîyet nekira. 

Ez bi xwe li ber wê ketim, min jê şêleke bi şexsîyettir dipa, min texmîn nedikir nameyeke wiha binivîse. 

Ez û Nazli Ilicakê du kesên ziddên hev in, Ilicak yeka li dijî hemû fikir û îdîalên min e û di warê siyasî û îdeolojokî da em li dijî hev in. 

Lê li gel vê jî ez bi vê nameya wê êşiyam, min nedixwest ew xwe hewqasî jî pîs bike. Min hêviyeke din jê dikir, min nedixwest xwe têxe vî halî. Lê diyar e cesaret ne karê her kesî ye.

Nameya Ilicakê ji Erdogan ra şandiye

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE