14 september 2019

Maraton



Qutoyê dînik di nava qelebalixê da sekinîbû û li maratonê temaşe dikir. Bi sedan sporcîyî li pey hev, bi ruh û can di ber wî ra baz didan. Quto sebebê beza hewqas însanî baş fêm nekir û bi meraq ji xortê li kêleka xwe pirsî:
-Ma vana çima xwe tazî kirine û wiha baz didin?

Xort got:
-Pere tê heye. Kî bibe yekemîn ewê îkramiyê bidinê.
Quto got:
-Ê madem îkramîye tenê ji yê yekemîn ra ye, çi qotika dilê evên din e, çima wan daye dû wî?


Gayê sûcdar
Rojekê gayê gundiyekî ket bîstanê Xoce Nesredîn. Gay e, tiştek di bîstên da nehîşt, zirarek mezin da bîstên. Xoce gava dît ga ketiye bîstanê wî, rahîşt çoyê xwe û bera dayê. Lê kir, nekir negihîştê, ga xelas bû.
Çend roj di ser ra bihurîn, rojekê bala xwe dayê wa ye mêrik bi gayê xwe cot dike. Bi hêrs çû ba wan û êrîşî gê kir, ga reviya, ew bi pê ket. Xwediyê gê matmayî ma, got:
-Xoce, ji bo çi li ciyê rehetiyê tu bera vî heywanê kerr û lal didî, gayê feqîr çi bi te kiriye?
Xoce serê xwe hejand û got:
-Tu bise, ew bi sûcê xwe zane…

Hilbijartina rayan
Mêrik biryara xwe da li qeza xwe di hilbijartinên belediyê da bibe namzedê serokê belediyê. Pîreka wî dîn bû, got:
-Ma qey tu xirifîye çi ye, kî ewê raya xwe bide te?
Gotinên jinikê neket serê wî, keniya, got:
-Tu wer bibêje, gava sandoq vebûn tu yê bibînî çiqas rayên min hene…
Hilbijartin çê bûn, sandoq vebûn. Ray hatin hilbijartin. Jê ra sê ray derketin. Pîreka wî ji hêrsa dîn bû, got:
-Weleh min texmîn dikir dostikek te heye. Va ye nuha derket ortê…
Mêrik got:
-Xanim tu şaş î, yek raya min e, yek raya te ye, lê ez nizanim raya din ya kîjan kêmaqlî ye?

Ev masî namire
Rojekê Qopo û Gumoyê dînik bi hev ra çûn masiyan. Qopo masiyek girt. Nêk ji devê mêhsî derxist, masî nemir, di destê wî da perpitî, vir da, wir da hol bû. Ji hevalê xwe yê Gumo pirsî:
-Law Gumo ev masî namire !
Gumo got:
-Serê wî têxe nava avê, bira bifetise…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE