12 september 2019

Li Tirkiyê siwîl bûne general



39 sal di ser înqilaba cûnteya leşkerî ya 1980î ra derbas bû. Înqilaba 1980î di esasê da xwe li dijî kurdan bû û ji bo pelixandin û baskokirina tevgera kurd ya netewî hat kirin.

Bala xwe danê di nava 4-5 salan da tevgera kurd ya netewî geş bû û di nava xortan û gel da belav bû, şax ber da. 


Vê yekê artêş û siyasetmedarên tirk tirsand û lema jî westin bi înqilabeke leşkerî tevgera kurd ya netewî bifetisînin û kadir û pêşengên siyasî bi çolan xin, mecbûrî koçberiyê û surgûnî bikin. 

Û wer jî kirin.

39 sal di ser înqilaba 1980î ra derbas bûye lê rewşa Tirkiyê û kurdan ji wê demê xerabtir bûye baştir nebûye.

Îro kurd dibêjin xwezî bi dema cûntaya Kenan Evren. Zulm û zor û terora îro li Kurdistanê heye, ji ya dema Kenan Evrenê faşîst gelkî girantir û xerabtir e. 

Berê li Tirkiyê leşkeran înqîlab çê dikirin. Lê nuha siwîlan cî bi leşkeran guhertiye, êdî ne hewceyî leşker înqilabê bikin û dest bidin ser hukim, êdî swîlên li ser hukim tiştên gelkî xerabtir dikin. Zulma îro li kurdan dibe ji ya dema Everen pir û pir zêdetir û girantir e.

Nuha li Tirkiyê bi destê îslamîstan siwîl ketine dewsa generalan. Ji bo wê jî li Tirkiyê êdî hewceyî înqilabên leşkerî nake, çimkî partiyên siyasî êdî ketine dewsa generalan. 

Lema jî li Tirkyê êdî di nabêna leşker û swîlan da tu feq û cudahî nemaye, çimkî siwîlên tirk ji leşkeran zalmtir û xerabtir derketin. 

Netîce  înqilaba leşkerî ya 1980î jî li dijî kurdan û ji bo fetisandina tevgera kurd ya netewî bû û zulm û terora îro li hemberî kurdan tê meşandin jî dîsa ji bo wê yekê ye. 

Û heta kurd azad nebin, çi leşker, çi swîl, kî were ser hukim qet ferq nake, armanca hemûyan fetisandina kurda ye; dibê kurd tim bindest bimînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE