08 september 2019

Li ser zîyareta Sezaî Temellî ya Mesûd Barzanî


Çend sal berê Sezaî Temellî bi metaforeke pir ne xweş heqaret li Mesûd Barzanî kiribû, ew şiband ”pûştekî” û nuha jî bi heyeta HDPê ra çûye ziyareta Mesûd Barzanî û pesnê wî daye.

Lê hin kes xwe radikin û li erdê dixin, dibêjin Mesûd Barzanî gerek Sezaî Temellî qebûl nekira.


Yê heqaret lê hatiye kirin Mesûd Barzanî ye û wî Sezaî Temellî qebûl kiriye û ew ji Sezaî Temellî ra tiştekî nabêje, lê hin kurdên me yên bakur û mirîdên Mesûd Barzanî xwe radikin û li erdê dixin, dibêjin te çima Sezaî Temellî qebûl kir?

Heyra nuha çi ji we ra, çima hûn xwe li ber baranê şil dikin?
 
Yê heqaret lê hatiye kirin Mesûd Barzanî ye û ew zane Temellî jê ra çi gotiye, çi bêedebî kiriye.

Ya din Sezaî Temellî dû ra uzrê xwe jê xwest. 

Malê axê dihere, canê xulêm derdikve. Yê me jî bû ew mesele…

Ez tiştekî din jî bînim bîra we, hin kesan heqaretên ji yên Temellî girantir li rahmetiyê Mele Mistefa Barznî û li Mesûd Barzanî û li malbata wan kirin û Mesûd Barzanî dû ra ew kes dan ser serê xwe û di qesran da xwedî kirin jî hene.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE