15 september 2019

Li her welatê îslamî hatine ser hukim ew welat wêran kirine


Erê Tirkiye berê jî ne tu dewlet bû, dewleteke xwedêgiravî dewlet bû. 

Lê bi hukimraniya îslamîyan ji bin da ji dewletbûnê bi dûr ket, bû şîrketa şexsekî. 

Li kîjan welatî îslamî hatin ser hukim, mala wî welatî şewitandin, ew welat wêran kirin, her kesê kanîbûye jê reviyaye.



Kî dixwaze welatê wan wêran nebe, kundê kor lê nexwîne, nebe warê birçîyan, bêkaran û zulmê dibê hêzên îslamî neynin ser hukim. 

Mele ne yên dewletê îdare bikin, bi çîrok û xurafayên ereban dewlet îdare nabin. 

Yên ceribandin mala xwe wêran kirin û nikanin jê xelas bibin, hew kanin jê xelas bibin.


Gava îslamî li welatekî werin ser hukim, pê va dizeliqin, hew didin kesekî din.

Li tu dera dinyayê hêzên îslamî îktîdar bi rehetî nedane, nadin. Çimkî rengên din, fikrên din yên ne wek xwe tu carî qebûl nakin.
Çimkî îslamîyet zidê demokrasiyê ye, li ruyê dinyayê xwe tenê rast dibîne.

Îdeolojiya îslamî îdeolojiyeke otorîter e, bêyî xwe mafê jiyanê nade kesî, dixwaze her kesî bi darê zorê bike wek xwe. Tu ferqa rejîmên îslamî ji faşîzmê tuneye.

Karê îslamiyan ne îdarekirina dewletê, nimêj û meletî ye. Dibê ji xwe zikir û nimêja xwe bikin, bi qanûn û û îdeolojiya ezmanan karê dinyayê nabe.

XXX

Ji bo ku meriv bizanibe tirkek merivekî demokrat e ya na, dibê meriv fikrê wî/wê yê li ser kurdan jê bipirse.

Gava serok û siyasetmedarên tirk li ser tiştên vir da û wê da dipeyivin, di nabêna wan da ferq heye.

Lê gava mijar tê ser kurdan û mafê kurdan, hemû dibin du ruyê eynî pereyî.

Serok û siyasetmedarên tirk di hin mijaranda hasimên (neyarên)hev bin jî, li hemberî me tim xizmên, merivên hev in. Dibê em viya bizanibin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE