14 september 2019

Li ber tava payizê xew xweş e



Tava(roja) herî xweş, herî bêtir dil û hinavê meriv nerm û germ dike û meriv wek pitikeke li pêsîrê di bin tîrêjên wê yên zêrîn da xweş di xew ra dihere, tava payiziyê ye.

Li ber tava payizê xew xweş e, tîrêjên wê yên zêrîn dermanê dil e, nerm dike, germ dike, derman dike... 

Guh nedin tava biharê û havînê, dev ji wan demsalan berdin, heger hûn dixwazin hinavê xwe germ bikin, germiyana rojeke xweş tahm bikin, xwe bidin ber tîrêjên roja payizê…


Nostaljî, fikir, xeyal û dildarî li ber tîrêjên zêrîn yên roja payizê xweş e, vêsê min ew ceriband…

Vêsê taveke bi tîn û bêemsal dabû hewşa me, xanim hîn di xew da bû. Her der bêdeng bû. vêsê nizanim çima vîçînî ji beytikan jî nedihat.

Dar, gîha û pelên hewşê, kulîlkan, her tiştî zer dikir, tîrêjên zêrîn ban min dikir.

Piştî xurîniyê min rahîşt kitêbeke şiîra ya bi sêdî û min çû li hewşê xwe da ber tîrêjên wê yên zêrîn..
Piştî xwendina çend şiîran xewa min hat, min kursiya xwe ji embarê derxist, xwe li ser dirêj kir û di xew ra çûm. 

Zû raketim, zû di xewn û xeyalan wer bûm, çûm nava heval û hogiran, welatê rojê û cî û meskenên zaroktiyê.

Min gelek xewn dîtin, xewnên xweş bûn, xanimê xewnên min qurçimand, bi reqîna derî ra ez şiyar kirim…



Va ye
Va ye kêr
va ye qirik
va ye ben
va ye gulên zer
xişîna herîrê reş
dudiliya gavên hêdî
va ye aveke mezin, reş
bi pêlên sakîn û honik
qirş û qal hêl dibin li peravê

///Ester Sjoblom
1954

Wergera ji swêdî: Zinarê Xamo


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE