27 september 2019

Kurdên çînî û çînîyên jî kurdî fêr bibin

Nî Rûçhî


Kudan û çîniyan li hev kirin, kurdên çînî, çînîyên jî kurdî fêr bibin. Ji xwe zimanê kurd nizanibin hema hema tuneye, belkî çînî nizanîbûn, wa ye ewê çînî jî li zimanên zanin zêde bikin. 

Ji kurdan ra çînî jî lazim e, ferdên miletê dike bibe dewlet çiqas zimanî bizanibin baş e, li kara wan e. Her kurdek du, sê zjmanan, gelek kurd bi 5-6 zimanan zanin. Li Rojhilata Navîn tu miletekî din bi qasî kurdan hewqas zimanî nizanin. Ev yek jî ji bo kurdan plûs e. 


Konsulosê Çînê yê Kurdistana Federe Nî Rûchî gotiye:
“Di meha pêşiya me da emê li Zanîngeha Salahaddîn “Beşa Zimanê Çînî” vekin. Piştî vê yekê emê li zanîngeheka mezin a Çînê jî beşa zimanê kurdî vekin." 

Ji bo me kurdan gaveke pir baş e û girîng e.

XXX
Erdogan di axaftina xwe ya Neteweyên Yekbûyî da dîsa agir berdaye erdê, welatê êrîş nekiriye nehîştiye, nîzama dinyayê, Amerîka, Îsraîl, Yekîtiya Ewrûpayê, Misir, Sûriye, Yûnanîstan, welhasilî kelam welatê nexistiye binê erdê nehîştiye, gotiye li ruyê dinyayê Tirkiye tenê welatê herî adil, demokratîk û humanîst e, bêyî wî û Tirkyê li dinyayê her welat xerab û zalim e.
Xwedê kir mêrik nikane bi devê xwe, bi van axaftinan xwe dide dest, me kurdan bi milyaran dolar birjanda jî me nikanîbû Erdogan hewqasî xweşik bida nasandin.
Mêrik bi xwe ji hemû cîranên xwe ra, ji dinyayê ra dibêje ji min bitirsin!

XXX
Piştî erdheja do li Stenbolê, tirk ketine panîkê, dibêjin 20 sal di ser erdhe(zelzeleya)dawî ra derbas bû, lê me tu tedbîr negirt.
We hemû wext û îmkanên xwe dan şerê li dijî kurdan, çimkî ji bo we ya herî muhîm ev e. Ma hûnê tedbîrên li hemberî erdhejê çi bikin ?
Ev jî cîlweyeke tarîxê ye, hin miletên ne layiqî dewletê ne bûne xwedî dewlet.

XXX
Piştî erdheja Stenbolê hin kesan zor dane du û selawatan, xwe davêjin bextê Xwedê, dixwazin Xwedê wan bisitirîne.
Bi dua û selawatan, gazî û hawara ji Xwedê, rê li ber erdhejê nayê girtin. Yê meriv dikuje ne erdhej e, bêtedbîrî ye, avahîyên ne saxlem in.
Ewrûpî ne bi dua û selawatan, bi tedbîrên fizîkî, bi lêkirina avahiyên saxlem xwe ji zirar û ziyanên erdhejê diparêzin, yên me dua dikin, alîkariyê ji Xwedê dixwazin.
Heyra ev ne îşê dua, mua ye. Xwedê wa ye nikane mala xwe biparêze. Wa ye erdhejê mala xwedê jî hedimandiye, minara wî jî pot kiriye.
Lema dev ji dua berdin, Xwedê nikane we biparêze, hûn bi xwe tedbîrên xwe bigrin. Bira çete ne holikan, xaniyên saxlem lêkin.

XXX
Tu dîktator bi rehetî, bêyî şer û teşxele dev ji kursiya xwe bernade û bernedaye jî.
Ji bo hukim û kursî ji dîktator were girtin dibê were tahmdan, dibê hinek lextekê lêxin û kursiyê ji bin bikşînin.
Û ev jî ne karê her civatê û her miletî ye.
Tirk ne ew miletê li hemberî zulmê serî hilldin. Lê li gel vê jî surprîzên tarîxê hene, belkî tirkî jî surprîzekê bikin. Ez bi xwe ji tirkan tu hêviyeke baş nakim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE