12 september 2019

Kurd ji hezkirina siyasetmedarên tirk têr nabin

Alî Babacan

Tiiştekî pir ecêb e, meriv fêm nake. Piştî hewqas tecrûbe kurd çawa kanin hîn jî hewqasî saf bin?

Bala min lê ye hin kurd ji hezkirina siyasetmedar û serokên tirk têr nabin.

Ji çend salan carê wan bi hev diguherin, dev ji hezkirina siyasetmedarekî tirk berdidin û ji yekî nuh hez dikin, îcar ji wî ra li çepikan dixin. 


Piştî Îsmet Înonu, ji Menderes hez kirin.

Menderes çû, ji Demirel hez kirin.

Ji Demirel aciz bûn, ji Bulent Ecevît heramzade hez kirin.

Ji Ecevît aciz bûn, wek dînan ji Ozal hez kirin.

Turgut Ozal wefat kir, hezkirina wan qurçimî ma, îcar bi milyonan bûn evîndarên Recep Tayyip Erdoganê gurcî, îcar ji wî hez kirin, ew dan ser serê xwe, ew bi ezmanan xistin. Bi milyonan ray danê, gotin ev mêrik Rustemê Zal e, Xocê Xizir e, îro, sibe ewê me xelas ke.

Lê piştî çend salan Erdogan jî ew xeyalşikestî kirin, tew Erdogan bû yekî xerabê ji xeraban jî xerabtir.

Ji bo Erdogan gotin weleh heft xwezî bi kefendiz û bi bavê kefendiz...

Nuha ji Erdogan jî aciz bûne, li yekî nuh digerin, îcar hêviyekê ji Alî Babacan dikin. Îcar dikin bibin dildarên Alî Babacan.

Wa ye hin kes hêdî hêdî qala Alî Babacan dikin, gotinên wî yên li ser kurdan belav dikin.

Û gotin jî gotin bûya, bawer bikin ji milîmekê jî ji gotinên Erdogan ne baştir û pêşdatir e.

Efendim çi ye, çi ye, Alî Babacan gotiye ”Mesela kurd yek ji qadên xebata me ya herî muhîm e."

Nuha hûn bi qedrê Xwedê dikin çi girîngiya vê gotinê heye?
Kesê dibêje mesela kurd ne muhîm e tuneye, her siyasetmedar dibêje mesela kurdî muhîm e. Di vir da problem tuneye.
Problem hemû jî dibêjin dibê kurd nebin xwediyê tu mafên netewî, dibê di nava tirkan da bihelin, bi bibin tirk. Babacan jî eynî tiştî dibêje, heta çend sal berê berdevk û wezîrê Erdogan bû. 


Pêlewanê têk diçe ji gulaşê têr nabe. Kurd jî ji hezkirina siyaset
medarên tirk têr nabin.


Mahrûmno, ma hûn ji tarîxa xwe ders û ibretê nagirin ? Ma hûn nizanin ji hesinê xerab şûrê baş çê nabe ?

Alî Babacan, Îmamoglu, Kiliçdaroglu, Înce, yek ji yê din ne baştir e, hemû jî hesinê xerab in, hemû jî neyarên serê me ne û dixwazin me bikin tirk û Kurdistanê li xwe bihelînin. 

Hêviya xwe ji tirkan, ji siyasetmedarên titk bibirin û baweriya xwe bi xwe bînin, hêzên xwe bikin yek, daxwazên xwe zelal bikin.


Not:
Li gorî bîyografiya wî, Alî Babacan ji Anqerê ye. Lê ez dibêjim ew jî kurd e. Dibê hinek vê meselê bikolin. Navên zarokên wî "Fatma Dîlara, Hîlmî Emîr, Mustafa Kerem e."
Ev ne navên tirkî ne, tirkek van navan li zarokên xwe nake.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE