15 september 2019

Ji zargotina Wêranşarê -4-


-Çi xezaleke min a tima
ketiya taximê cehan û genima
mereza xwe hilaniya nizanim çima
Te bimire bav û bira
Ez ji kerba çav û buriyê belek qaşxûn bûme,
hetime vira.




XXX
-Xerîbek vêsê li erdê şil e
Kom hildane kire til e
Çavên xweyinga min ji berê da ji xweber bi kil e

XXX

 Malwêrîn bi ziqaqo
Rûviyan tê da waqewaqo
Em zewicîn ji dora xwe
ji yên dev bi toraqo


XXX

-Xezala min tor e
Vexwarî ava gola şor e
nizanim çima hilanî merez û çor e

XXX
-Zerî hatin eydiya
Xweying û bira li hev civiya
Ez çavên xwe digerînim, nagerînim
nizanim zeriya min li ku ma




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE