13 september 2019

Ji zargotina Wêranşarê -3-


Min çi got û tu xeyidî
Te çi got û ez xeyidîm
Gîha guheran li me seridî
Ava kanî û bestan li me cemidî


XXX

Silavan tev kin
Di nava dismala sor û zer kin
Di welatê xerîb û xurbetê wer kin
Xwediyên silavan kî nin,
bira werin silavên xwe berev kin

XXX
Hespa axayê mala bavê min girêde li dewsa berê
Bavêje ber once û nefelê
Dostê me yê bigrî,
dijminê li me biofîne kul û kederên berê.

XXX
Hespa min kumêt e
ji her çar nigan nal avête
hevala min xerîb e
ne ji welêt e

XXX
Zirav bûme, bûme têl e,
ez reş bûme, bûme têl e.
Te qemerê dêl û buju bi erdê ra
Xweziya min bi wê rojê
suyar bihata, cotê bira pê ra



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE