28 september 2019

Ji bo ku tiştê meriv dinivîse were fêmkirin dibê rast binivîse


Gava meriv di bin tesîra tirkî da mezin bûbe, gava haya meriv baş ji edebiyata kurmancî ya devkî tunebe, bixwaze jî nikane rast û li gorî sentaksa kurmancî binivîse. 

Îro di kurmancî da gelşa herî mezin dejenere bûyina sentakza kurmancî ye, tirkî û erebî kurmancî ji qalibê wî derxistiye û xistiye halekî jê nayê fêmkirin. Û gava ji zimanekî neyê fêmkirin, nayê xwendin jî.


Meriv vê yekê li ba kurdên Kurdistana rojava xweş dibîne, zimanê wan ne tam kurdî ye, ne tam erebî ye. Îstîsnayên baş hebin jî, piranî wiha ye. Yekî bi erebî nizanibe ji siyasetmedarên wan fêm nake. Ev yek di edebiyata wan da jî kêm zêde wiha ye.

Ev li ba me jî, li Kurdistana bakur jî wiha ye. Yê me jî tesîra tirkî ye. 

Di medyaya sosyal da ez bala xwe didim gotinên, parvekirinên hin nivîskaran, dikim, nakim ji gotinên wan tiştekî fêm nakim.

Erê gotinên di cumleyê da kurmancî ne, lê sentaksa cumleyê ne kurmancî ye, lema jî nayê fêm kirin.

Di nivîsandinê da ya herî muhîm ne kurdîbûn û biyanîbûna peyvan e, hevoksazî ye, yanî dibê cumle li gorî ruh û mantixê kurdî, kurmancî be. 

Di cumleyê da hebûna gotinên biyanî qet ne muhîm e, ya muhîm sentaksa cumleyê ye.

Ji ber wê ye edebiyata kurmancî ya devkî pir xweş e, her kes heyrana wê ye. Çimkî sentaksa wê bi kurmancî ye. 

Çi heyf tirkî pişt li kurmancî şikandiye, nivîskarê herî bi nav û deng û herî pir qîmetê dide kurdî jî, tu bala xwe didê cumleya wî xuloxwarî ye, nayê fêmkirin. 

Di vir da wezîfeyeke mezin dikeve ser milê weşanxaneyan, dibê kitêbên diweşînin miheqeq bidin redaktekirin bikin; lê bi kesên zane.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE