03 september 2019

Ji ber haya me jê tuneye em nizanin yên ji me xerabtir jî hene


Ji ber em bi erebî nizanin û di medyaya sosyal da kurdên Kurdistana rojava zêde taqîb nakin, em dibêjin belkî hemû bi kurdî dinivîsin. 

Lê ne were ye, yên bi erebî dinivîsin deh caran, bîst caran li yên bi kurdî dinivîsin. 

Kurdên heyran û mubtelayên erebî ji kurdên heyran û mubtelayên tirkî pirtir in, ne kêmtir in.
Lê em wan nas nakin. 


Erê nufûsa wan hindik e, lê maşala pîs û xerabên wan pir in. Hevaltiya nîjadûerestên ereb ne bes bû, hinek jê bûne zilamên dewleta tirk jî.

Yên me qenekê nebûne hevalên Sûriyê, tenê zilamên tirkan û Tirkyê ne, tenê ji tirkî hez dikin. Lê cepheya kurdên binxetê firehtir e, wan tirk û tirkî jî li ereban û erebî zêde kirine...

XXX
Em gav û saetê qala irqçîtîya tirkan dikin, ji irqçîtî û zulma li me dikin numûneyan li dû hev rêz dikin. 

Ev ne tiştekî kurd nizanin, em zanin tirk irqçî ne, ji dewleta xwe hez dikin û ji bo qirkirina me bi dil û can destegê didin dewleta xwe. 

Lê problem kurdên hîn jî zilamên vê dewletê ne hene, kurdên hîn jî hevalbendên tirkên irqşî û faşîst in hene. 

Roja kurd nebûn hevalên celadên xwe emê azad bibin. Kurdên hevalên neyar, ji neyar bêtir pişt li me şikandine. 

Wê roja ev kurdên cahş û xayin dev ji hevaltiya dijmin berdin, barê me sivik dibe, wê demê dijmin nikane vê zulmê li me bike.

XXX
Bi derbasbûna demê(zemên) ra ne fikirê meriv tenê, zewqên meriv jî diguherin; hinek kêm dibin, hinek dimrin û hinên nuh bi meriv ra peyda dibin.

Dem hin tiştan jî bi meriv dide jibîrkirin, lê hin tişt jî hene dem nikane bi wan, ew tu carî nayên jibîrkirin, ew hevalên meriv yên gorrê ne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE