22 september 2019

Hevza xwe ji nîvnezanan bikin


Nezaniya nîvço pir tahlûke ye.
Nîvhekîm meriv ji canê meriv dike, nîvmele jî meriv ji dînê meriv dike.
Taybetmendiya merivê nîvçozane, merivê cahil ya herî beloq û berbiçav, pir ji xwe bawer e, bi her tiştî zane û her tiştê ew dibêje, ew pê zane rast e, ratiyeke mitleq e, bêyî wê ne mimkûn e rastiyeke din hebe.


Merivê nîvzane her çiqas zanîna wî/wê bi sînor e, haya wî/wê ji her tiştî, ji gelek rastiyên din tuneye jî her tiştê zane bi heraret diparêze, kî çi bibêje jî dibêje hûn şaş in, tiştê hûn dibêjin çewt e, rastî tiştê ez dibêjim.

Îqnakirina merivê nîvzane, cahil pir zor e, baştir e meriv nekeve kirrê kesê nîvzane, nezan û cahil.

XXX
Mîtomanê tirk dîsa xwe berda ye, dîsa gotiye heger tiştê ew dixwaze nebe, ewê erş û ezmên bi hev ra bi ser serê kurdan da hilweşîne, ewê kurdên Kurdistana rojava qir bike û ereb û tirkmenan li gund û bajarên wan da bi cî bike. Û ji bo vê yekê hemû haziriyên xwe qedandine.

Çavê mêrik me dibirre, lema me qirkirinê tehdît dike.
Ez çi bibêjim, gotin êdî pere nake, hema çi ji destê te tê qet texsîr neke.

XXX
Gava ferdê miletekî bindest nexwaze ji bindestiyê xelas bibe, bibe xwedî dewleteke milî, wek koleyê nexwaze azad bibe, bixwaze tim kole bimîne, ji koletiya xwe razî be.

XXX
Ji deve ra gotine çima hustuyê te wiha xwar e?
Deve gotiye, ma ku de ra min rast e hustuyê min rast be?
Sawcîyekî tirk dozeke nuh li Demirtaş vekiriye.
Hin kes matmatî dimînin, çimkî Demirtaş ji vê dozê berê berat kiriye.
Matmayî nemînin, Tirkiye ji deve jî xerabtir e. Lema jî her tişt lê mimkûn e.
Tirkiye li dinyayê êdî bi qasî welatekî mûzan jî cidî nayê dîtin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE