25 september 2019

Halê dinyayê



Yê feqîr mir, ji bo şuştinê û definkirinê mele nedîdtin. Vir da çûn, wê da çûn, mele tuneye. Bala xwe danê li ber dîwarekî Bekirê dînik rûniştiye û şeraba xwe vedixwe. Bi destê Bekirê dînik girtin û birin mirî pê dan şuştin.

Bekir piştî meyt şuşt devê xwe kir kerika guhê mirî û di guh wî da kir pistepist. Cimatê meraq kir, gotin ma te di guhê rahmetî da çi got?


Bekir got:
-Min jê ra got, nuha tu yê herî dinya wî alî, ewê ji te halê dinyayê bipirsin, bibêjin li dinyayê çi heye, çi tuneye? Tu yê bibêjî weleh Bekirê dîn bûye mele, wê demê ewê fêm bikin halê dinyayê çi ye...

Ceribandin
Xoce Nesredîn(Meleyê Meşhûr)rojekê li çolê ji xwe ra hinek pûş-pelaş, qirş û qal top kir û li kerê xwe yê meşhûr kir û berê xwe da malê. Bi rê da aqilek hatê, ji xwe ra got:

- Gelo qirşên, pûş û pelaşên şil jî wek yên hişk dişewitin ya na û rabû hestê xwe derxist û agir bi qirşên li ser pişta kerê xist.
Agir bi qişan ket û li ser pişta kerê reben pêl bilind bûn. Kerê feqîr cunî bû, da tîzikan û bi çolê ket. Xoce bi pê ket, ji pa ra bi dengekî bilind qîriya:
-Kuro aqilê te hebe tu yê bazdî golê, golê…

Jimar
Rojekê gava siyasetmedarek ji ber tîmarxanê(nexweşxaneya dînan) derbas dibû bala xwe dayê dînekî serê xwe ji pacê derxistiye û li kesên diherin û tên temaşe dike. Siyasetmedar ji dîn pirsî:
-Ma li hundur hûn çend kes in?
Dînê di pacê ra li derve temaşe dikir got:

-Wele ez jimara kesên hundur nizanim, lê hûn li der ve çend kes in, tu wiya bibêje.

Sîpê kerê
Spîkerê tirk di telewîzyonê da xeber pêşkêş dikir. Piştî qedand, got ez spîkerê we filan kes, min xeberên şevê pêşkêş kirin….
Elî Riza Septîogluyê rahmetî û Suleyman Demirel li kêlek hev li xeberan guhdarî dikirin. Septîoglu vegeriya ser Demirel, jê ra got:
-Ma vî ehmeqî çima ji xwe ra got ez sîpê kerê me?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE