08 september 2019

Gerek meriv êdî li programên telewîzyonên tirkî temaşe neke


Temaşekirina li program û minaqaşeyên di telewîzyonên tirkî da ji bo sihata me kurdan qet ne baş e. 

Meriv ji bin da li telewîzyonên tirkî temaşe neke, têkiliya xwe bi medyaya tirk ra qut bike baş e. Merivê rehet bike. 

Êdî li tirkan nayê guhdarî kirin, dibê meriv di her warî da têkiliya xwe ji wan bibire, xwe ji wan dûr xe. Ev yek ji bo siheta me, ji bo psîkolojiya me gelkî baştir e. 

Bêyî ku meriv kanibe midaxele bike û tiştekî bibêje, guhdarîkirina li gurûhên irqçî û faşîst û neyarên qewmê kurd ne tiştekî baş e, bêyî qahrê û merezê tiştekî nade me.


Em çiqasî xwe ji tirkan dûr xin emê hewqasî rehet bikin û bêtir bibin kurd.

Berê parabola min hebû, carnan min li minaqeşeyan temaşe dikir. Lê ev 3-4 sal in min parabol betal kiribû û vê havînê min jê kir û avêt.

Min pêşek pere tê da bû.

Carnan di kompîtorê da riya xwe bi qanala CNN û Haberturkê dixînim, lê nayê temaşekirin, wek kurd meriv merezarî dibe, ji hêrsa diteqe.

XXX
Cîgirê serokomarê Tirkiye Fûad Oktay jî gotinên Erodgan, ”heger Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê tiştê em dixwazin nekin, emê derî ji koçberan ra vekin” dubare kiriye.

Oktay gotiye ”tiştê em dibêjin ne henek e. Heger Emerîka û Ewrûpa berpirsiyariyên xwe bi cî neyinin, penaber ewê bibin pirsgirêka hemû cîhanê.”

Oktay jî wek Erdogan dibêje heger Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê destegê nede dagirkirina me ya Kurdistana rojava, bi gotina wan ”rojhilatê Ferêt”, emê çend milyon koçberên li Tirkiyê hene bişînin ser Ewrûpayê.

Mêrikan êdî pir vekirî tehdît dikin.

Tirkiyê berê ji Yekîtiya Ewrûpayê pere dixwest, lê nuha çîta bilind kiriye, piştgiriya dagirkirina Kurdistana rojava jî li daxwazên xwe zêde kiriye.

Hela ka em binêrin Amerîka ewê çi bersîvê bide vê resta Erdogan, ya ewê qebûl bike ya jî ewê bibêje pas û ji wir baz de.

Bi qasî xuya dike Tirkiyê okey ji Pûtîn girtiye, yanî Rûsya ewê li dijî êrîş û dagirkirina Tirkiyê dernekve.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE