26 september 2019

Ev neyartiya kurdan li ser tirkan ewê pir buha rûne


Her miletê ji dîktatorê xwe ra bûye pişt û jê ra li çepikan xistiye, rojek hatiye wek dîktator wî jî bela xwe dîtiye.

Tu dîktatorî li pey xwe welatekî murefeh, aram nehîştiye, bi têkçûna xwe ra miheqeq welatê xwe jî wêran kiriye.

Tarîxa hemû dîktatoran şahidê vê rastiyê ye, qedera her miletî jî kêm, zêde girêdayî qedera dîktatorê wî ye.

Îran, Îraq, Sûriye, Misir, Lîbya, Yêmen çend numûneyên vê tarîxa nêz in.


Neyartiya kurdan, kîn û nefreta li hemberî kurdan ya dilê tirkan da, çavê tirkan qarixî kiriye, lema jî destegê didin her zalim û dîktatorê li dijî kurdan.

Lê ev neyartiya kurdan ewê li ser tirkan pir buha rûne, tu miletî ji piştgiriya dîktatoran xêr nedîtiye, tim li xisarê derketiye û tirk jî careke din ewê xisarê derkevin.

Esas piraniya tirkan fêm kirine wan bi îktîdara îslamîstan belayeke pir mezin anîne serê xwe û bi rehetî jî ewê nikanibin jê xelas bibin. 

Ji xwe tu dîktatorî bi rehetî dev ji îktîdara xwe bernedaye û Erdogan jî ewê dev jê bernede. Ewê bixwaze heta sax be li ser hukim be, ji bo ji ser hukim nekeve çi ji destê wî were ewê bike. Ji bo ketinê dibê hinek wî dahvd in, hinek lextekê lêxin, ya na ewê bi kursiya xwe ve bibe qirnî.

Babacan û Davutoglu qala avakirina partiyeke nuh dikin û hinek jî wer bawer dikin ewê bi vê riyê Erdogan bixînin.

Bi baweriya min Erdogan ewê nehêle tu muxalefeteke cidî li hemberî wî çê be. Gava bibîne mesele cidî ye, tiştê anî serê Gulen, ewê bîne serê wan jî. Erdogan ne ew kesê mafê jiyanê bide mixalifê xwe.

Ji bo ku di hilbijartina bê da dîsa bibe serokkomar ewê her tiştî bike, bi zor bi rehetî ewê îktîdarê nede kesî.

Lê helbet di siyasetê da surprîz pir in, meriv nizane ewê çi bibe. Kesî bawer nedikir Seddam, Qedafî, Seddat, Şah jî bikeve, lê ketin. Her çiqas Tirkiye ne ew welat û tirk jî ne milet e jî, lê dîsa surprîz, ”mûcîze” mimkûn e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE