22 september 2019

Dîsa dereweke bi boçik xweş li hev anîne



Medyaya tirk gotiye: 

 ”Emîrê Daîşê yê serokatiya 30 hezar Daîşî dikir li Tirkiyê dijiya. Suphî Huveytlî, vêsê li Qeyseriyê bi operasyonekê hat girtin.”

Kenê min hat! Îcar ”operasyon”?

Ma bêyî Tirkiyê ewê li ku bijîn?


Kuro hemû serokên Daîşê li Tirkiyê wek mîran dijîn. Hûn kê dixapînin?

Ji xwe sitara Daîşê û çeteyên îslamî îro tenê Tirkiye ye, ew û malbatên xwe, hemû li Tirkiyê ne û dewletê hemû yek bi yek bi destê xwe li bajaran belav kirine.

Diyar e Erdogan dixwaze vê xeberê bifroşe Donald Trump. 

Belkî jî girtin derew e, tiyatro ye, ji bo reqlamê û xapandinê ev xebera MITê belav kirin.

Erdogan dixwaze ji Trump ra bibêje mêze em li dijî Daîşê ne û em serokê wan yê herî mezin jî digrin. Yanî jê ra xebereke wiha lazim e.

Lê her kes zane, erebekî îraqî bê haya dewletê nikane here li Qeyseriyê bi cî bibe. 

Ev çend car in xwedêgiravî hin endamên Daîşê li Qeyseriyê digrin. 

Wer xuya ye li wir bi cî kirine ya jî bi derewan dibêjin Qeyserî. Yanî xeber mamûlata MITê ye, ji bo xapandinê belav dikin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE